CÎHAN

Civîna Navenda Ereban dest pê kir

Dem : 12 Tîrmeh 2018 Pêncşem

Îro li paytexta Misrê Qahîreyê civîna şeşemîn a sekreterên giştî yên parlamentoyên erebî bi beşdarbûna siyasetmedarê kurd û sekreterê parlamentoya Iraqê Selahedîn Ebdilezîz Zengene dest pê kir.

Îro li paytexta Misrê Qahîreyê li Navenda Yekitiya Ereban civîna şeşemîn a sekreterên giştî yên parlamentoyên welatên ereban bi serokatiya sekreterê giştî yê parlamentoya Kuwêtê û bi beşdarbûna sekreterê giştî yê parlamentoyên erebî Fayiz El Şewabkê dest pê kir. Di civînê de ku dê îro û sibe dom bike, siyasetmedarê kurd û sekreterê giştî yê parlamentoya Iraqê Selahedîn Ebdilezîz Zengene beşdar dibe.

Zengene destnîşan kir ku Iraq xwedî pisporiyeke qanûnî û zagonsazî ye û alîkariya civîna parlamentoyên erebî bike da ku pisporî di nav dewletên endam de were parvekirin û pergala zagonsaz li ser asta dewletên endam were pêşxistin.

Zengene diyar kir ku zagona herî kevnar di cîhana mirovahiyê de li Iraqê hatiye dîtin û qanûna Hamûrabî nîşan da. Di civînê de mijarên rêxistinî yên çalakiyên Yekitiya Ereban û budçeya giştî hate gotûbêjkirin û dê xurtkirina hûnandina zangonsazî nîqaş bikin. QAHÎRE

Albuma Nûçeyê