CÎHAN

Civîna G7’an bi xirecirê dest pê kir

Dem : 10 Pûşper 2018 Yekşem

Ji ber zêdekirina baca gumrika DYA’yê ya li dijî mutefîkên xwe, civîna bilind a G7’an beriya destpêkirinê li ser medyaya civakî bû sedema pevçûna lîderan. Serokdewletê Fransayê Macron ê ku li dijî DYA’yê tweet parve kirin, peyama ku ji xeynî Trump, bila 6 lîder danezana G7’an îmze bike da.

Serokên welatên xwedî aboriya herî pêşdeketî ku krîza Ukrayna/Kirimê weke hincet nîşan dan û ji sala 2014’an û vir de endamtiya Rûsyayê rawestandibûn ketin ber hev.

Her wiha civîna G7’an li Kanadayê dest pê kir, lê serokê DYA’yê Trumpê ku ji peymana nukleerê ya bi Îranê re welatê xwe vekşand, ji bo mutefîkên xwe zêdekirina bacê ya gumrikê û peymana avhewayê ya Parîsê, mohra xwe li civînê xist. CHARLEVOÎX

Albuma Nûçeyê