POLÎTÎKA

‘Çirûska li dijî bêhiqûqiyê hatiye vêxistin û mezin dibe’

Dem : 06 Berfanbar 2018 Pêncşem

Parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê da zanîn ku çalakiya ku Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Ocalan daye destpêkirin, roj bi roj mezin dibe. Parlamenteran got ku li Îmraliyê hiqûqa dijminatiyê di meriyetê de ye û diyar kir ku çirûska li dijî zilmê hatiyê pêxistin û heta ku tecrîd bi dawî dibe dê çalakiya wan bidome

Li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 7’ê mijdarê de daye destpêkirin, berdewam e. Ji bo piştgiriya bi çalakiyê re, li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî parlamenterên HDP’ê jî dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Di heman çarçoveyê de li Şirnexê jî parlementerên HDP'ê Nûran Îmîr, Hasan Ozguneş û Huseyîn Kaçmaz jî ji bo 3 rojan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.

Têkildarî mijarê Hasan Ozguneş anî ziman ku çalakiya ku Guven daye destpêkirin, ji bo aştî û demokrasiyê pir girîng e û wiha got: “Şerê ku bi tecrîdê re dest pê kir, bi rakirina tecrîdê re dikare bi dawî bibe. Bi milyonan kes Ocalan weke vîna xwe dibîne. Birêz Ocalan ji bo aştî û demokrasiyê xwedî roleke mezin e. Heta ku deriyên Îmraliyê venebin û dorpêça li ser Ocalan bi dawî nebe, ev pirsgirêk jî her ku diçe dê kûrtir bibe. Divê di zûtirîn dem de dawî li tecrîdê bînin.”

Dê li dora Guven bibin xelek

Parlamenter Nûran Îmîr jî bilêv kir ku di şexsê Guven de jinên kurd dîrokê dinivîsin û wiha derbirî: “Çalakiya Guven, xwe dispêrê ruhê çalakiya berê ya li hemberî zilmê. Tecrîd tê wateya nenaskirina nasname û zimanê me. Çalakiya hevala me Leyla Guven jî li dijî vê yekê ye. Dê jinên kurd li dora vê çalakiyê bibin xelek. Em ê dengê xwe li dengê Guven zêde bikin. Ev deng ji bo azadiya civaka me ye. Em ê vîna xwe radestî îktîdarê nekin.”

Hiqûqa dijminatiyê

Herî dawî jî parlamenter Huseyîn Kaçmaz nêrînên xwe anîn ziman û ev tişt destnîşan kir. “Tecrîdkirina Ocalan, binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye. Çirûska ku li hemberî vê bêhiqûqiyê hatiye vêxistin, roj bi roj mezin dibe. Ev hiqûqa dijminatiyê ye. AKP'ê berê jî ev yek ceriband lê bi ser neket. Berê jî têkoşîna ji bo mafan bi tundiyê bersivand. Lê kurdan dev ji vê têkoşînê berneda. Heta ku em encamê bi dest dixin dê çalakiya me bidome. Dê çalakiya me li kuçe, kolan û mecliê bidome.” ŞIRNEX - MA

Albuma Nûçeyê