ÇAND Û HUNER

Çîrokên kurdî guhdar dike û dinivîse

Dem : 05 Îlon 2018 Çarşem

Nivîskar Yasemîn Elban tevî ku xwendin û nivîsandina wê tunebû jî ji derdorê çîrokên kurdî guhdar kir û gelek berhemên nivîskî amade kirin.

Yasemîn Elban a çîrokên ku ji mezinên xwe guhdar kiribû, xeyal dike ku wan rojekê binivîse. Piştî salan şûnde qeyda xwe li Enstîtuya Zimanê Kurdî çêdike û xwendin û nivîsandina xwe pêş dixîne. Piştre bi alîkariya dotmam, pismam û cîranên xwe pirtûka çîrokan amade dike. Yasemîn diyar dike ku ji ber jin bi zarokên xwe re kurdî naaxivin ji pişaftinê re bingehê amade dikin.

Elban li gundê Çursen a Tetwanê tê dinê û di 14 saliya wê de tê zewicandin. Piştre koçî Îzmîrê dikin û wiha axivî: “Bavê min mele bû. Em gund bi gund digeriyan. Di salên 90’î de gundê me şewitandin. Dewletê bavê min ji kar avêt. Em hatin Tetwanê. Ez heta 14 saliya xwe bi çîrokan mezin bûm. Min gelek ji zimanê xwe hez dikir. Gotinên dayikên me, çîrokên wan di hişê min de man. Ji ber hin sedeman min nikaribû bixwenda. Îzmîr ji çanda me pir dûr bû. Lê vebûna Enstîtuya Zimanê Kurdî bi min re kelecanekê afirand. Ez çûm min qeyda xwe çêkir.”

‘Min zimanê xwe ji bîr kir’

Yasemîn Elban ev tişt vegot: “Di zarokatiyê de min dest bi dibistanê kir lê min tirkî nizanibû. Fêrbûna tirkî salên min girtin û min tu car qebûl nekir. Ez çûm qursa ziman, min di alî sazkirina hevokê de pirsgirêk jiya. Ez di nav salan de zimanê xwe hîn bûm û piştî 10 salan şûnde min hîndekarî jî kir. Ji wê rojê şûnde min 37 çîrok nivîsandine. Piştre hatin weşandin. Min pirtûka ewil bi 20 çîrokî bi navê ‘Carek caran’ weşand. Ji bilî vê ‘Xeyrî Abbas’ hat weşandin. Piştre ‘Ecêbên dinyayê’ hat weşandin. Ligel vê min çîrok û gotin qeyd dikirin. Min ji vê jî pirtûkek 370 rupelî amade kir.” Elban destnîşan kir ku di pergala heyî de gelek berpirsyarî dikeve ser milên jinan û got jin bixwaze dikare gelek tiştan bike lê ger şerd û merc tunebin, pratîka vê pir zehmet e. WAN

Albuma Nûçeyê