NÛÇE

Çîrokeke ‘jîndar û jandar’: Qirix Miheme

Dem : 14 Îlon 2018 În

Kadrî ESEN / AMED

Yek ji rengên Amedê Qirix Miheme duh serê sibehê di encama qeyrana dil de jiyana xwe ji dest da. Qirix Miheme ku ji hêla gelê Amedê ve pir dihat hezkirin, bi koça xwe ya dawî gelê Amedê û hezkiriyên xwe xemgîn kirin. Der barê jiyana Qirix Miheme de hinek agahiyên şaş tên parvekirin. Lê malbata wî dibêje ku Qirix Miheme ji derve de Beşa Kargeriyê (Îşletme) dixwîne û di Wezareta Perwerdeya Neteweyî de dixebite û ji wir teqawit dibe 

Qirix Miheme (Mehmet Kirik) ku li Amedê ji heft saliyan heta heftê saliyan ji aliyê herkesî ve dihat hezkirin, li hewşa kafeyekê ya li semta Ofisê qeyrana dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Qirix Miheme duh saetên berê êvarê ji aliyê malbat û bi sedan hezkiriyên xwe ve li Goristana Yenîkoy a nevçeya Rezan a Amedê hat veşartin. Şîna Qirix Miheme li Mala Şînê ya Birsîniyan a li navçeya Peyasê hatiye danîn û hezkiriyên wî diçin serdana şînê û serxweşî didin malbata wî.

Qirix Miheme çend sal bûn ku li kuçe û kolanên semta Ofisê ya Amedê dijiya, bi şev û roj lê dima û kêliyên gelek xweş bi hezkiriyên xwe dida jiyandin. Hezkiriyên Qirix Miheme ku di nav de gelek parlamenter jî hene ji duh ve li ser medyaya civakî van kêliyan parve dikin û xemginiya xwe ji ber koça wî ya dawîn tînin ziman. Ji bilî vê xemgîniyê, têkildarî Qirix Miheme ji aliyê gelek kesan ve hin agahiyên şaş jî tên parvekirin û raya giştî şaş tê agahdarkirin.

Dibe şef û midûrê dibistanan

Weke rojnameyê me jî li Mala Şînê ya Birsîniyan serxweşî da malbata Qirix Miheme. Malbatê da zanîn ku Qirix Miheme ji gundê Memelan ê navçeya Erxenî ye û sala 1963’yan li navçeya Rezanê ji dayik bûye. Malbatê agahiyên ku li ser medyaya civakî hatine parvekirin derewandin û diyar kir ku Qirix Miheme ne mamostetiya felsefeyê û ne jî mamostetiya fizîkê kiriye.

Malbat dibêje ku Qirix Miheme di sala 1979’an de ji Lîseya Diyarbakirê mezûn bûye û ji ber şert û mercên siyasî yên demê li gel ku dixwaze jî nikare biçe zanîngehê. Ji ber vê yekê jî ji derve Beşa Kargeriyê (Îşletme) dixwîne. Di sala 1982’yan de dibe memûr û bi salan di Wezareta Perwerdeya Neteweyî de dixebite. Li Amedê di midûriyeta perwerdeya neteweyî de bi salan şeftiya beşa tayînkirinê dike û hin salan jî dibe midurê dibistanan. 

Dest bi jiyaneke cuda kir

Qirix Miheme di sala 2011’an de ji Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Amedê teqawit dibe. Piştî teqawitbûna xwe kuçe û kolanê Ofîsê ji xwe re dike cih û war û dibe miriyê bîrayê. Bi vê yekê re dest bi jiyana xwe ya rengîn a ku jiyana asayî ya mirovan dûr, dike. Têkildarî vê yekê malbatê got ku Qirix Miheme jiyana asayî ya mirovan ji xwe re xerîb dîtiye û li gel hemû hewldanên zarokên xwe yên bijîjk jî weke ku xwestiye bijî jiyana xwe domandiye.

Malbatê destnîşan kir ku 3 zarokên Qirix Miheme hene, her sê jî lawik in û niha 2 ji wan bijîşk in û yek ji wan jî hê xwendekar e. Kurê xalê wî ku nexwest navê xwe bide diyar kir ku Qirix Miheme di zarokatiya xwe de gelek jîr bûye û bijîşkan teşhîsa hebûna zekaya zêde lê daniye. Herî dawî jî malbatê anî ziman ku Qirix Miheme gelek pirtûkên felsefeyê xwendiye û pirtûkên ku xwendine bandoreke zêde lê kirine.

Albuma Nûçeyê