NÛÇE

Çîroka wêneyê wehşetê!

Dem : 10 Tebax 2018 În

Di dema hewldana dagirkeriyê ya dewleta tirk û çeteyên wê ya li ser Efrînê de leşkerekî dewleta tirk wêneyekî hovîtiyê parve kiribû. Di wêneyî de welatiyekî efrînî yê sivîl di erebeyekê de dema ku dixwest derkeve bi temamî şewitî xuya dikir. Leşkerekî tirk jî li ber vê wehşetê selfie kişandibû. Hat zanîn ku ew welatiyê ku hatibû şewitandin, Izet Îsa yê ji gundê Şêxûrzê yê Bilbilê ye

Hêzên dagirker ên artêşa tirk û çeteyên wê di dema erîşa li ser kantona Efrînê de hovîtiyeke bêeman kiribûn. Bi sedan sivîl bi hovane hatin qetilkirin, çekên kîmyewî bikaranîn û li dijî gel zilmeke mezin kirin. Di dema hewldana dagirkeriyê de wêneyekî ku asta hovîtiya dewleta tirk radixist ber çavan li ser çapemeniyê hatibû belavkirin. Di wêneyî de erebeyeke ku tevî mirovên tê de bi temamî şewitî xuya dikir. Leşkerê artêşa tirk jî çûbûn kêleka vê wehşetê û wêne kişandibû.

Komên çete yên tevî artêşa tirk sivîl qetil dikirin, li ber çavê hemû cîhanê wehşeta ku bi serê gelê Efrînê dianîn kişandin û li ser hesabên xwe yên medyaya civakî parve kirin. Yek ji serçeteyên dewleta tirk Ziyad Ebû El Hêş ku dewleta tirk ji bo ‘demokrasiyê’ biribû Efrînê, di dema dagirkeriya li Efrînê de wiha bang dikir: “Serê her kurdekî li ber kêrê ye.”

Ji bo pêdiviyên xwe diçûn Efrînê

Niha jî çîroka wî wêneyê wehşetê derket holê. Yek ji şahidên vê bûyerê Îzet Şêx Mûsa ye. Mûsa çîroka wî wêneyî ji Ajansa Nûçeya a Hawarê (ANHA) bi nûçegihan Basil Reşîd û Arif Silêman re parve kir. Îzet Şêx Mûsa (57) ji gundê Şêxûrzê yê Bilbilê yê kantona Efrînê ye. Mûsa serpêhatiya xwe û ya wî wêneyî wiha vedibêje: “Di roja dehemîn a Berxwedana Serdemê de êrîşên li ser Bilbilê dijwar bûn. Dikan hatibûn girtin. Min û kurxalê xwe ku zavayê me jî ye Îsa Izet xwest biçin Efrînê û pêdiviyên xwe peyda bikin. Dema em gihîştin gundê Qornê, topek li wesayîta me ket. Kurxalê min şehîd bû û bi temamî şewitî. Ez jî bi giranî birîndar bûm.”

Guleya topê li wesayîta wan dikeve

Di berdewamê de jî Mûsa anî ziman ku piştre jî ji erebeyê dûr ketiye û xwe spartiye darên zeytûnê. Mûsa got ku bi zehmetî xwe berda nav darên zeytûnan û wiha domand: “Derdora saetekê ez li wir mam. Ji her deverekê min xwîn diherikî. Piştre jî wesayîteke YPG’ê hat û ez derbasî gundê Qeste Kaşikê kirim. Îsa jî di erebeyê de bi tevahî şewitîbû. Ez 4 rojan li nexweşxaneyê mam. Piştre jî ez derbasî Nexweşxaneya Avrînê hatim kirin. Kesê ku di wêne de xuya dike, kurxalê min Îsa Îzet e.”

Bang li rêxistinen mirovî kir

Di dawiyê de jî Îzet Şêx Mûsa ev tişt anîn ziman: “Ez bang li hemû rêxistinên mirovî dikim ku bi erka xwe rabin û sivîlan biparêzin. Niha jiyana gelek sivîlan di xetereyê de ye. Ji ber ku rejîma Sûriyeyê nahêle sivîl derbasî Helebê bibin, gelek kesên nexweş û birîndar nikarin biçin Helebê û xwe derman bikin.” ŞEHBA

Albuma Nûçeyê