NÛÇE

Çinîna nîskan dest pê kir

Dem : 25 Avrêl 2018 În

Li navçeya Farqînê ya Amedê gundiyên ku di mehên mijdar û kanûnê yên 2017’an de nîsk çandibûn, bi destpêkirina meha Remezanê re dest bi çînîna nîskan kirin. Îsal ji ber ku piraniya zivistanê bê sir û seqem derbas bû, çinîna nîskan li gorî salên borî zû dest pê kir. Her wiha ji ber ku di rojên dawî de zîpik (gijlok) û baraneke zêde bariya, xesareke zêde gihîştiye zeviyên nîskan.

Der barê mijarê de ji şêniyên gundê Fêra yê Farqînê Kasim Ergun ku nîskên xwe bi tirpanê diçine diyar kir ku ji ber erdê wî hindik e pêwîstî bi kêra çinîna nîskan nedîtiye. Ergun da zanîn ku bi baranên meha nîsanê re nîsk filitîne. Ergun qala pêvajoya palehiya nîskan kir û destnîşan kir ku dê piştî ku çinîna nîskên xwe bi dawî bike, bi qasî 15 rojan ji bo hişkbûnê dê wan li ber tavê bihêle û piştî vê yekê bide patozê û nîsk û kayê jê wan bi dest bixe. AMED

FOTOGRAF: Kadrî Esen

 

Albuma Nûçeyê