CÎHAN

Cîhan mezin bû Tirkiye di cihê xwe de ma

Dem : 12 Tîrmeh 2018 Pêncşem

Li gorî daneyên dawî yên ku ji aliyê Banka Cîhanê ve hatin weşandin, Hîndîstan bû şeşemîn aboriya herî mezin a cîhanê. Çîn dê di sala 2030’an de ji DYA’yê derbas bibe û bibe ekonomiya yekemîn.

Li gorî Banka Cîhanê ku daneyên xwe yên sala 2017’an ên li ser aboriyê aşkera kirin. Li gorî daneyan di 2017’an de dahata neteweyî ya hemû welatan gihîşte 80 trilyon û 600 milyar dolarî. Hate ragihandin ku li gorî salek berê, aboriya global 4,7 trilyon dolarî zêde bûye.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) bi 19 trilyon û 390 milyar dolarî hîn jî aboriya herî mezin a cîhanê ye. Ya ku gelekî nêzî DYA’yê ye, Komara Gel a Çînê ye. Dahata navxweyî ya Çînê gihîşt 12 trilyon û 237 milyar dolarî.

Japonya bi 4,87 trilyon dolarî bû sêyemîn aboriya herî mezin a cîhanê. Almanya jî bi 4 trilyon û 677 milyar dolarî di rêza çaremîn de cih girt.

Li gorî daneyên Banka Cîhanê, piştî Çînê welatê ku herî zêde mezin bû Hîndîstan e ku nifûsa xwe 1,3 milyar e. Hîndîstan bi 2 trilyon û 597 dolarî cihê xwe di rêza şeşemîn de girt. Brîtanyaya Mezin bi 2 trilyon û 622 milyar dolarî pêncemîn aboriya herî mezin a cîhanê ye. Fransa jî bi 2 trilyon û 582 milyar dolarî kete rêza heftan.

Li Brezîlyayê ku nifûsa wê 200 milyon e, dahata neteweyî ya navxweyî 2 trilyon û 55 milyar dolar e. Piştî Brezîlyayê û Îtalya tê ku dahateya wê ya neteweyî 1 trilyon û 934 milyar dolar e. Piştî Îtalyayê welatên Kanada, Federaysona Rûsya, Koreya Başûr, Awûstralya, Îspanya, Meksîka û Endonezya tên.

Tirkiye di rêza 17’an de ma

Serokkomarê tirk Erdogan bi salan e derewa “em ê bibin dehemîn aboriya herî mezin a cîhanê” dike. Tirkiye di sala 2017’an de jî di rêza 17’an de ma. Li gorî daneyên Banka Cîhanê, Tirkiye ku dahata wê ya neteweyî 851 milyar Dolar e, piştî Endonezyayê di rêza 17’an de cih digire. Li gorî texmînên Centre for Economics and Business Research, heta sala 2032’an jî Tirkiye di nav12 aboriyên herî mezin de cih nagire. BRUKSEL

Albuma Nûçeyê