NÛÇE

Cezayê pereyan li Midûra Karê Nivîsan a DÎHA’yê hat birrîn

Dem : 07 Pûşper 2018 Pêncşem

Zext û zordariya hikûmeta AKP’ê ya li ser çapemeniya azad berdewam e. Di vê çarçoveyê de dadgeha Amedê li Midûra Karên Nivîsan a DÎHA’yê ku bi KHK'ê hatibû girtin Dîcle Muftuoglu cezayê pereyan ê hezar û 41 rojan lê birîn û hikûm taloq kirin.

Dadgeha Cezayê Giran a 5’emîn a Amedê di doza Midûra Karê Nivîsan a DÎHA’yê Dîcle Muftuoglu û serokê Lijneya Rêveberiya Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) Zekeriya Guzupek de ku di 30’ê cotmeha 2016’an de bi biryara Biryarnameyên di Hûkmê Qanûnê de (KHK) hat girtin de biryar da. Danişîna doza bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” ji 7,5 heya 15 salan cezayê girtîgehê dihat xwestin, li Dadgeha Cezayê Giran a 5’emîn a Amedê hat dîtin. Muftuoglu û parêzerên rojnamegeran di danişînê de amade bûn.

Piştî danişînê dest pê kir, rojnameger Muftuoglu parastina dawî kir û  wiha got: “Ez îfadeyên xwe yên berê dubare dikim. Di çarçoveya rojnamegeriyê de min hemû nûçe çêkirin. Ez sûcên li ser xwe qebûl nakim û beraeta xwe dixwazim.” Şandeya dadgehê biryara xwe aşkera kir û der barê Guzupek de biryara beraetê da. Dadgehê ji bo Muftuoglu jî, cezayê pere yê edlî yê 1041 rojan da. 

 Ger di nava 5 salan de Muftuoglu ji dosyayeke din cezayê nexwe, cezaya ku lê hatiye birîn, dê betal bibe. AMED

Albuma Nûçeyê