JIN

Çete binçav dikin, dewleta tirk didarizîne!

Dem : 10 Tebax 2018 În

Hovitiya dewleta tirk û çeteyên wê li Efrînê didome. Derket holê ku sê jinên Efrînê ji aliyê çeteyên OSO’yê ve hatine binçavkirin û radestî dewleta tirk hatine kirin û her wiha dewleta tirk jî ev her sê jinan avêtiye Girtîgeha Tarsûsê. Der barê mijarê de parêzer Tugay Bek axivî û diyar kir ku ev bi mehan e her sê jin bêyî sûc li girtîgehê têne girtin

Piştî dagirkirian Efrînê ji aliyê artêşa tirk û çeteyên girêdayî wê ve, hemû bajar ji aliyê çeteyan we hat talankirin û çete bi kiryarên xwe yên hov jiyanê li welatiyan dikin dojeh. Bi taybetî çete herî zêde jinan dikin hedef. Çete welatiyên Efrînê bi taybetî jinên ku binçav dikin radestî dewleta tirk dikin û dewleta tirk jî wan kesan diavêje girtîgehê.

Ji wan jinan jî jinên bi navê Nîgar Bakir, Şamîran Nahsen û Yildiz Muhammet ku niha bêyî sûc li Girtîgeha Tarsûsê tên girtin. Rewşa her sê jinan bi serlêdana Komîsyona Şopandina Girtîgeha Edeneyê derket holê. Her sê jin jî piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê çeteyên OSO’yê ve radestî dewleta tirk hatine kirin. Li ser daxwaza jinan di 1’ê tebaxê de jinan bi serokê komîsyona Şopandina Girtîgehê ya Baroya Edenê parêzer Tugay Bek re hevdîtin kir.

Parêzer Tugay Bek rewşa jinên di qawişa serbixweyan de dimînin wiha vegot: “Ji van jinan yek di meha gulanê de, yek di hezîranê de ya din jî dîsa di gulanê de anîne Tirkiyeyê. Agahiya wan ji malbatên wan tune ye. Parêzerên wan tune ne. Der barê dozên xwe de tiştekî nizanin. Ango agahiya kesî ji wan tune ye.”

Nîgar Bekîr û pitika wê Lîlat

Nîgar Bekîr 40 salî ye û beriya şer li Sûriyeyê mamostetî kiriye û bi malbata xwe re li Reqqayê jiyaye lê piştî Reqqa hatiye dagirkirin, çûne Cindirêsê. Nîgar li Efrînê di şaredariyê de wek karmend dest bi kar kiriye. Li gorî agahiyên çeteyên OSO’yê dane, artêşa tirk Nîgar aniye Reyhanliyê û piştre ji aliyê Dadgeriya Cezaya Sulhê ve hatiye girtin. Nîgar diyar dike kesê ku li ser wê îfade daye, di dema ew di şaredariyê de dixebitî ji bo vekirina îstasyona petrolê serlêdan kiriye lê bi hinceta zirarê dide zeytûnan qebûl nekiriye û ji ber vê jê hêrs bûye. Ji bilî vê jî agahî û belge tune ne.

Lîlat a bi dayika xwe re ketiye girtîgehê niha 6 mehî ye. Ji ber stresê şîrê Nîgarê ziwa bûye û ji 4 keçên xwe û hevjînê xwe jî tu agahiyê wernagire. Di rojên borî de yekem rûniştina Nîgarê li 2’yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Hatayê hat dîtin û biryara berdewamkirina girtina wê hat dayîn. Danişîn taloqî 26’ê îlonê hat kirin.

Ji endamtiyê tê darizandin

Jineke din Yildiz Muhammet beriya şer li taxa Şêx Meqsûd a Helebê dijiya. Yildiz a 18 salî û malbata xwe bi pevçûnan re koçî Kilîsê dikin û karkeriya çandiniyê dikin. Bi pismamê xwe re dergistî dibe û ji bo dawetê derbasî Sûriyeyê dibe. Li wir bi destgirtiyê xwe re pirsgirêkan dijî û dixwaze dest jê berde. Lê bavê wê dixwaze wê bikuje. Piştî vê Yildiz tev li YPJ’ê dibe. Yildiz 15 rojan di nav YPJ’ê de dimîne ji aliyê çeteyên OSO’yê ve li Efrînê tê girtin û wê dibin Kilîsê. Li dadgehê bi hinceta ‘endamtiya rêxistinê’ ev 3 meh e girtî ye. Der barê wê de tu îdianame û doz tune ne.

Dixwest xaniyê xwe bigirin

Şamîran Nahsen a 45 salî jî li Cinderesa Efrînê dijiya û piştî pevçûnan koçî Helebê dikin. Piştî herêma Efrînê ket destê çeteyên OSO û artêşa tirk Şamîran û malbata xwe dixwazin vegerin mala xwe lê vê carê rejîm pêşî li wan digire. Malbat tevî hemû zehmetiyan vedigere Efrînê. Lê her tiştê wan hatiye desteserkirin. Malbat ji çeteyan malên xwe dixwaze lê çeteyên OSO 2 hezar û 500 dolar ji wan dixwaze. Bi fermandarên artêşa tirk re jî hevdîtinan dikin û dixwazin xaniyê xwe bistînin. Rayedar jî ji wan re dibêjin em ê we bişînin Tirkiyeyê derdê xwe li wir bibêjin.

Şamîran û hevjînê wê Abdurrahman Hasan tînin Reyhaniyê û tên girtin. Şamîranê dibin Tarsûsê û hevjînê wê jî dibin Hatayê. Ne doz û ne jî îdianameyek der barê wan de heye.

Parêzer Bek diyar kir ku her sê jin li ser îfadeyên OSO’yiyan hatine girtin û ji mafê hiqûqî û parêzeran fêdeyê nagirin û hemû hewcedariyên wan ji aliyê jinên din ve tên peydakirin û wiha domand: “Jinên Efrînê bi endamtiya rêxistnê tên sûcdarkirin. Der barê hejmara girtiyên Efrînê yên li Tirkiyeyê de agahî tune ye. Piranî jî di qawişên serbixwe de bi cih kirine. Tu têkiliya wan bi malbat, parêzer û kesekî din re tune. Der barê êrîşên zayendî de îfadeyên wan tunebûn lê ger di cihekî bi ewle de hevdîtin bê kirin dê di vî alî de jî dikare îfade hebin. Niha yekane daxwaza wan ew e ku vegerin ser axa xwe. Heta niha tu alîkariya hiqûqî negirtine. Lê ger parêzerên dildar neyên dîtin em ê pêvajoyê bişopînin. Em amade ne ku alîkariya hiqûqî bikin.” EDENE

Albuma Nûçeyê