NÛÇE

Cenazeyê girtiyê nexweş Karatay hat veşartin

Dem : 08 Sermawez 2018 Pêncşem

Girtiyê nexweş Burhan Karatay (67) ê ku li Girtîgeha Tîpa T ya Gîresûnê qeyrana dil derbas kir û jiyana xwe ji dest dabû. Karatay ev 3 sal û 10 meh bû ku girtî dihat darizandin. Malbat çû Nexweşxaneya Dewletê ya Gîresûnê û cenaze wergirt. Di saetên şevê de cenaze birin navçeya Bazîdê ya Agirî û bi girseyî veşartin.

Piştî wecîbeyên olî cenazeyê Karatay li Goristana Navçeya Bazîdê bi xemgînî de veşartin. Parlamenterê HDP’ê yê Agiriyê Abdullah Koç û gelek kes beşdarî merasîma cenaze bûn.

Malbatê ji bo sersaxiyê li Mala Sersaxiyê ya Mîraç serdanan qebûl kir û rêveberên HDP’ê û gelek welatî piştî veşartina cenaze çûn serdanên sersaxiyê û ji malbatê re sersaxî xwestin. AGIRÎ

Albuma Nûçeyê