JIN

Celaliyan: Li parêzeran xwedî derkevin

Dem : 06 Berfanbar 2018 Pêncşem

Parêzerê girtiya siyasî ya kurd Zeyneb Celaliyan, Emîr Salar Dawidî ji aliyê hêzên Îtlaata Îranê ve hat girtin û ew şandin girtîgeha Evîn a Tehranê. Hêzên Îtlaatê li mal û navenda karê Dawidî lêgerîn kiriye û dest danîne li ser gelek dosyayên giliyan.

Girtiya kurd Zeyneb Celaliyan ku 11 sal e girtî ye, li ser binçavkirina parêzerê xwe nameyek vekirî şand û bang li Rêxistina Mafên Mirovan û Sendîkaya Parêzeran kir. Celaliyan di nameya xwe de wiha got: “Divê bi her awayî hewl bidin da ku ev parêzerê parastina mafên mirovan dike, serbest were berdan. Nabe ku kesek ji bo azadî û hevkariya hinek din hewl dide, weke tawanbar were girtin. Ger hûn destûr bidin kesên weke Emîr tawanbar werin dîtin û li beramberî vê bêdeng bimînin, wê yên din jî li helwesta we binihêrin û wê kesek din ji bo parastina mafên kesên din erk negirin.”

Her wiha parêzer Emîr Salar (37) parêzerekî xwebexş yê îranî ye û heta niha parêzeriya gelek zindaniyên siyasî yên Îranê kiriye. SILÊMANÎ

Albuma Nûçeyê