JIN

Çav û guhê jinan li HDP’ê ye

Dem : 07 Pûşper 2018 Pêncşem

Di hilbijartinên 24’ê hezîranê de heri zêde HDP cih da namzedên jin. Ji ber vê ji çav û guhên jinan li HDP’ê ye. Jinên ku di HDP’ê de bûne namzed diyar kirin ku ew ji bo di meclisê de hesap ji qetlîamgeran bipirsin, ji bo çapemeniya azad, ji bo wekheviya zayendan û bibin dengê hemû jinan bûne namzed

Seroka Komeleya Piştevaniya Namzedên Jin (Ka.Der) Nuray Karaoglu der barê tabloya namzedên 24’ê hezîranê de nirxandin kir û got ku hejmara namzedên jin ên partiyên siyasî qet ne baş e û diyar kir ku divê pêkananîna kotaya wekheviya li meclîsê bi qanûnan bê parastin. Karaoglû da zanîn ku pêvajoya namzediyê gelek kurt bûye û jinan bi hemû enerjiya xwe gotine ‘soza me jî heye’, lê mixabin wekî ku dihat xwestin nebûye û ji 14 hezar bernamzedî tenê 931 heb jin bûne namzed.

Karaoglû bal kişand ser tabloya namzedên jin û got ku ev ji bo jinan xetereyeke û wiha axivî: “Gelo hûn xetereyê dizanin? Jin di civakê de hîna jî tune tê hesibandin. Divê mirov ji vê xetereyê haydar bin. Me civînek der barê mijarê de li dae xist. Hemû jî nerazîbûnên xwe anîn ziman. Lê tevî her tiştî divê em hêviya xwe winda nekin. Divê em modela rêxistinbûna xwe pêk bînin û li gorî vê tev bigerin.” STENBOL

Albuma Nûçeyê