POLÎTÎKA

Çav berdane dengê kurdan

Dem : 27 Avrêl 2018 Yekşem

Ji hilbijartinên 24’ê hezîranê re 28 roj man û xebatên hilbijartinan didomin. AKP, MHP, CHP û partiyên din hem di dema berxwedana xwerêveberiyan û hem jî di berxwedana Efrînê de li hemberî kurdan tifaq kirin û ev tifaqên wan di hilbijartinên 24’ê hezîranê de Hem dijminahiya kurdan dikin, kurdan qetil dikin û hem jî dixwazin kurd di hilbijartinan de dengê xwe bidin wan.

Xebatên HDP’ê yên ji bo hilbijartinê li gel hemû astengî û zextên hikumeta AKP’ê li hemû bajarên Tirkiye û Kurdistanê didomin. HDP di çarçoveya van xebatan de her roj li hemû bajaran buroyên hilbijartinê vedikin. Duh jî HDP li taxa Esenyurt a navçeya Surtangazî ya Stenbolê bi tevlibûna hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan û gel buroya hilbijartinê vekir. Buldan beriya vekirina buroyê ji gel re axivî û diyar kir hedef wan ew e ku li Stenbolê 2 milyon deng bigirin.

Buldan bi bîr xist ku 24’ê hezîranê fersendeke mezin e û hemû kurd xwe ji AKP’ê vekişandine û wiha got: “Ji bo HDP di hilbijartinê de bi ser bikeve, bi hêz derbasî parlemetoyê bibe, divê em hemû bi hev re bixebitin.”Buldan destnîşan kir ku dê AKP yek ji cihê destpêkê lê winda bike Stenbol be û wiha domand: “Botanî, karadenizî û serhediyên li Stenbolê dijîn, me hemûyan soz dabû Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, me soz dabû yên ‘dema qedexeya kolanan’ de li ber xwe dabûn. Divê em 24’ê hezîranê li ser soza xwe rawestin û bersiva pêwist bidin.”

Buldan têkildarî dê HDP’ê di bin bendê de bimîne jî ev tişt gotin: “Heta niha hêza tu kesî tunebûye ku HDP’ê di sindoqan de bihêlin. Hêza we jî nagihîje. Herkes ji bo kudengên kurdan bigire dixebite. Bi dengên kurdan dixwazin MHP’ê bibin meclisê. Êdî kurdan xwe ji AKP’ê vekişandine. Êdî AKP nikare ji tu beşên civakê dengan bistîne. Baweriya me bi jin û ciwanan û gelê me heye, em ê bi ser bikevin.”

Her wiha Bûldan axaftina xwe bi gotina ‘An serkeftin an serkeftin’ bi dawî kir û qurdeleya buroya hilbijartinê birî û vekirina buroyê pêk anî.

Temellî bi elewiyan re civiya

Her wiha hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî jî li Stenbolê bi elewiyan re civiya. Temellî di civînê de diyar kir ku bi salan e li vî welatî, kurd, elewî û ermenî êşan dikişînin û got ku werin em bi hev re heqê xwe bigerin û dawî bi van êşan bînin. STENBOL

 

Albuma Nûçeyê