JIN

Çanda populîst civakê xera dike

Dem : 07 Tîrmeh 2018 Şemî

Bandora çanda populîst her ku diçe zêde dibe û ev dibe sedem ku mirov ji çanda xwe ya xwerû dûr bikeve. Di vê mijarê de medya rolek girîng dilîze. Her wiha filmên bi tirkî û hindî hinek jê bandorek neyînî bi taybetî li ser jinan dike û dibe sedem ku jin ji çanda xwe dûr bikevin. Têkildarî vê mijarê berdevka Kongreya Starê Çinar Yûsif anî ziman ku divê jin ji çanda xwe ya kevnar dûr nekevin û xwe ji çanda populîst biparêzin.

Yûsif da zanîn ku desthilatdar her dem bi zimanê medyayê şerên psîkolojîk li ser civakê dide meşandin û bi vê yekê polîtîkayên xwe yên asîmîlasyonê jî dixin meriyetê û wiha got: “Medya bandoreke neyînî li ser jin, ciwan, exlaq û çanda civakê dike û nakokiyên di nav civakê de jî kûrtir dike. Loma divê di serî de jin û hemû kes xwe ji lîstikên medyaya desthilatdaran biparêze.”

Yûsif diyar kir ku ji bo civak bi tevahî nekeve xetereya helandinê divê zarok û ciwan bên perwerdekirin. TIL TEMIR

Albuma Nûçeyê