JIN

Çand û huner parastvanên civakê ne

Dem : 12 Kewçer 2018 În

Tevgera Kevana Zêrîn a Kantona Efrînê bi dirûşma ‘Bi hunera azad û çanda dayika xwedawend em ê Efrînê rizgar bikin’ civîna xwe ya salane li kampa Serdemê ya Şehbayê li dar xist. Di civînê de bi giştî 300 delege ku 50 jê ji rêxistin û saziyên jinan ên kampa Şehbayê bûn amade bûn.

Civîn bi bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Paşê hevseroka Desteya Çand û Hunerê ya kantona Efrînê Esmehan Ehmed axivî û diyar kir ku yê civakê heta niha parastiye çand, exlaq û huner e.

Endama Koordînasyona Kongreya Star Eyşa Xeznê jî bal kişand li ser girîngiya parastina çanda dayika xwedawend di parastina hebûn û nasnameya mirovan de.

Cîgira Hevserokatiya Meclisa Kantona Efrînê Esmehan Mihemed jî bal kişand ser rewşa Efrînê û diyar kir ku armanca dewleta tirk a dagirkirina Efrînê têkbirina projeya neteweya demokratîk û destkeftiyên gelên herêmê ye û got ku dagirkeriya Efrînê bi hevkariya dewletên derve bi armanca qirkirina çanda gelan pêk hatiye.

Piştî axaftinan rapor û rêziknameya Tevgera Kevana Zêrîn hat xwendin û piştî nîqaşan û nirxandinan desteya rêveber a nû ku ji 3 endaman pêk tê, hat hilbijartin. ŞEHBA

Albuma Nûçeyê