NÛÇE

Çalakiyên ji bo azadiya Ocalan didomin

Dem : 11 Tebax 2018 Şemî

Li Ewropayê çalakiyên ku ji bo azadiya Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan hatibûn destpêkirin, her ku diçe zêde dibin. Kurdistaniyên li Ewropayê û dostên xwe, ji bo azadiya Ocalan ji konvedanê bigire heta standên agahdariyê çalakiyên cur bi cur çalakî li dar dixin.

Di çarçoveya van çalakiyan de çend roj berê li Parîsa Fransayê çalakiya konvedanê hat destpêkirin û ev çalakî hê jî didome. Li Marsîlyayê ji bo balkişandina tecrîda li ser Ocalan çalakiyeke bi sê rojan hat destpêkirin.

Çalakiya konvedanê ya li paytexta AvûstûryaViyanayê di roja çaremîn de didome. Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û çalakî dê heta şemiyê bidome. Li bajarên Saarbrucken, Mannheim û Frankfurt ê Almanyayê çalakiya konvedanê hatin destpêkirin û di van çalakiyan de tekildarî tecrîda li ser Ocalan belavok hatin belavkirin.

Li bajarên Lûzern û Zurîh ê Swîsreyê jî çalakiya konvedanê hat destpêkirin û di çalakiyê de belavok hatin belavkirin.

Her wiha li paytexta Swêd Stokcholmê kurdistanî û dostên xwe ji bo protetokirina tecrîdê çalakî lidar xist. BRUKSEL

Albuma Nûçeyê