NÛÇE

Çalakiyên gerîlayan li dijî artêşa tirk didomin

Dem : 12 Tîrmeh 2018 Pêncşem

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiya gerîlayên YJA Starê ya li Colemêrgê û bomberdûmana balafirên şer a li Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek da.

HPG’ê diyar kir ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de hêzên wan ên YJA Starê di 10’ê tîrmehê de li dijî qereqola Girê ya li navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek pêk anîn û wiha got: “Derbên giran li çeper û stargehên li nav qereqolê hatin xistin, lê hejmara leşkerên mirî nehate zelalkirin. Her wiha hêzên me êvara heman rojê li artêşa tirk a li ser girê Lêlîkan ê li herêma Bradostê xistin. Di çalakiya segvanî de leşkerek hat kuştin.”

HPG’ê da zanîn ku di 9’ê tîrmehê de artêşa tirk tevî cerdevanên gundên Dê û Harûna li herêma navbera qadên Radyolog a Geverê û Şemzînanê dest bi operasyonê kir lê operasyon heman rojê bê encam qediya. Her wiha HPG’ê ragihand ku bomberdûmanên balafirên şer ên artêşa tirk a li Herêmên Parastinê yên Medyayê jî didomin.

HPG’ê di dawiya daxuyaniyê de ragihand ku ev demeke li gundên li herêma Kirk Merdîven a navçeya Pulur a Dêrsimê, komeke kontra bi kincên gerîlayan zextê li gel dike û got ku divê gelê herêmê hay ji vê koma kontra hebe. BEHDÎNAN

Albuma Nûçeyê