CÎHAN

Çalakiyên çeteyên osmanî qedexe kirin

Dem : 11 Tîrmeh 2018 Çarşem

Wezareta Karên Hundir a Almanyayê çalakiyên çeteyên osmanî qedexe kirin. Almanya çeteyên ku girêdayî serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan in ew weke çeteyên cînayetê, tîryakê, fihûşê û astengkirina azadiyê dîtin

Wezareta Karên Hundir a Almanyayê çalakiyên çeteyên osmanî ên ku sûcên organîze dikin û nêzî hikûmeta Tirkiyeyê ne qedexe kirin .Wezîrê Karên Hundir ê Almanyayê Horst Seehofer diyar kir ku wan hemû çalakiyên çeteyên osmanî yên bi navê Osmanen Germania û komên girêdayî wan qedexe kirine. Ev çete nêzî dewleta Tirkiyeyê ne.

Wezîrê Karên Hundir daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku ev çete ji bo mal, can û azadiya mirovan xetereyeke mezin in. Ev biryar xwe dispêre zagona komeleyan a li Almanyayê. Di biryara qedexekirinê de hate diyarkirin ku çalakiyên van koman li dijî zagonên cezayê yên Almanyayê ne.

Li gorî daxuyaniya wezaretê li dijî endamên çeteyan roja sêşemê li eyaletên Rheînland-Pfalz, Baden-Wurrtemberg, Bavyera û Hessenê lêgerîn pêk hatiye. Wezaretê diyar kir ku ev çete li herêmên cihê yên Almanyayê li 16 bajaran xwe birêxistin kirine.

Wezaretê diyar kir ku lêpirsîn di meha adarê de hatibû kirin lê balkêş e ku piştî li Tirkiyeyê rejîm guherî ev agahî hate dayîn. Wezîr Seehofer diyar kir ku van çeteyan sûcên giran kirine û got, “Kî dewleta hiqûqê red bike, bila ne li benda borandina me be.” Endamên çeteyan bi sûcên teşebbusa cînayetê, şantaj, bazirganiya tîryakê, ferzkirina fihûşê û astengkirina azadiyê tên sûcdarkirin. Beriya niha Wezareta Karên hatibû diyar kirin ku ev çete nêzî AKP’ê û Erdogan in. BERLÎN

Albuma Nûçeyê