ÇAND Û HUNER

Çalakiya Tabûra Kinyanişê 4

Dem : 12 Sermawez 2018 Duşem

Dîlan HEREKOL - BEHDÎNAN

Bi dehan leşker hatin kuştin

Di wê çalakiyê de bi dehan leşker hatin kuştin, hejmarek mezin jî birîndar bûbûn. Biqasî ku cerdevanan agahî dabûn me, leşkeran 67 cenaze ji hewşa qereqolê derxistibûn. Agahiyên ku dabûne me çiqasî rast in em jî nizanin. Sê hevalên me di wê çalakiyê de şehîd ketibûn. Hevalê Karker di wî girê em tê de şehîd ketibû, di girê din de jî du hevalên din şehîd bûbûn. Tu birîndarên me nebûn, xwepaşdekişandina me jî heya seharê bê wendahî pêk hat.

Heya nîvê rê jî em her dudilî bûn, gelo heval Karker hatiye, nehatiye, yan jî birîndar e û xwe veşartiye an na. Me weke tedbîr ji bo hevalê Karker li cihê çalakiyê sê heval hiştin. Wan her sê hevalan xwe diveşartin û di ber re jî li hevalê Karker digeriyan, lê belê ew nedîtin. Paşê em ji gundiyan fêrbûn ku cenazeyê heval ketiye destê dijmin û li qereqolê ye. Bi vî awayî em rewşa hevalê Karker fêrbûn ku ew jî tev li kerwanê şehîdan bûye.

Piştî wê ji bo tolhildana wan hevalan me biryar da ku em çalakiyek din bikin. Ez bixwe di wê çalakiyê de nebûm. Dijmin vê carê xwe hîn baştir amede kiribû, gir weke qereqolan saxlem kiribûn. Koma nizilanê çû serê gir. Li wir hevalek bi bombeya xwe şehîd dikeve. Li cihek di navbera şikeran de bombeyê davêje mewziya jora xwe, lê belê bombeya wî lê dizîvire û şehîd dikeve. Wê demê hevalê Dogan Pîrosî şehîd dibe. Di wê êrîşa tolhildanê de gelek miriyên dijmin çêbûn, biqasî 15 G3’ên portatîf jî hatibûn desteserkirin.

Li ser şehîd Karker

Hevalê Karker ji Misircê bû, di sala 1992’an de tev li Tekoşîna Azadiyê bû. Ji biharê heya payîzê em bi hev re di taximekê de mabûn. Hevalekî ciwan bû, hevalekî têgihiştî û zana bû. Kesayeta wî giran û kamil bû. Mirov ji sekin û biryara wî hêz digirt. Jixwe kîn û nefreta wî li hemberî dijmin di wê çalakiyê de derkete holê. Mînak di wê çalakiyê de jî israr û biryara wî pir aşkera li ber çavan bû. Di dema çalakiyê de parola şaş hate fêmkirin jî hemû hevalên li gel wî xwe paş de kişandin, lê belê hevalê Karker bi biryardariyeke mezin di cihê xwe de ma û bi vîn û israr şerê xwe berdewam kir. Hevalekî pir dihate heskirin. Di taximê de bi moral û sekna xwe mînak bû. Gelekî pêşeng û fedekar bû. Di kar, çalakî, zor û zehmetiyê de her tim xwe dida pêş. Ji tiştekî neditirsiya, nayê bîra min ku carekê jî xwe ji zor û zehmetiyan paş de kişandibû. Taybetmendiyên hevalê Karker yên weke rêhevaltî û dilgermiya wî mirov pir dikişande xwe. Gelek taybetmendiyên hevalê Karker hebûn ku me li derdora xwe kom dikirin. Hevalê Karker ji bo hevalan bi giştî xwedî cihek pir cuda bû, ji bo wê şehadeta hevalê Karker li ser moralê me hemûyan û bi taybetî li ser taximê bandoreke gelekî mezin kir. Jixwe ji ber wê yekê tenê hevalên taxima me tev li çalakiya tolhildanê nekirin.

Li ser şehîd Perwer

Hevalê Perwer ji Sêrtê bû. Wê demê me Sêrt li ser Şirnexê dihesiband, ji bo wê me her Şirnexî dizanî. Ez bi xwe gundê hevalê Perwer nizanim, jixwe me jî di derheqê nasnameya hevalan de tu tişt pirs nedikir. Ev jî weke taybetmendiyekê bi me hemûyan re hebû. Ji ber wê jî em îro di derheqê wan hevalan de kêm tiştan dizanin. Ez û hevalê Perwer bi qasî 2-3 mehan bi hev re man. Havînê hatibû taxima me. Em wê demê bi hev re tev li çend çalakiyan jî bûn. Payîzê dema operasyon li ser wê qadê çêbûn em bi hev re bûn. Ew taybetmendiyên ku min ji bo hevalê Karker rêz kirin ji bo hevalê Perwer jî derbasdar in. Di taximê de her çiqas erkdar neba jî biberpirsyariyeke mezin tev li dibû. Berê erk girtibû an na ez nizanim, lê belê di taximê de rola fermandarê taximê dileyist. Heya dawî biberpirsiyariyek xwezayî tevlî dibû. Herkesî li hevalê Perwer guhdar dikir, giraniya xwe dabû rûnişkandin. Wî hevalî her tim hem pêşengtî ji me re dikir.

Li ser şehîd Egîd

Min hevalê Egîd di wê çalakiyê de nas kir. Min berê nedîtibû. Di taxima ji milê Geverê ve hatibû gel me. Wê demê ger hevalên xwedî ezmûn nebana dernediketin pêş. Ew heval jî aktîf tev li dibû, bi fedekariyeke mezin xwe dixebitî. Hevalê Egîd jî hevalekî hilbijartî bû. Bi rastî jî hem bi taybetmendiyên xwe, hem bi biryardarbuyîna xwe hevalekî mînak bû. Di ferqa rola xwe de bû, heya dawî ji bo bibe bersiv xwe tev li dikir. Di çalakiyên berê de jî ezmûn girtibû û li ser wî bingehî xwe li wir jî tev li kir. Bi moral, coş û kelecan û bi rêhevaltiya xwe ya giran biha û pîroz bala her kesî kişandibû ser xwe. Di wê payîzê de mîsyona hemû çalakiyan girîng bû. Gelek hevalên nû tev li bûbûn. Ew çalakî ji bo hevalên nû bû wesîleya ezmûn ji bo demên pêş. Wan çalakiyan ew fêrî gelek tiştan kirin. Jixwe gelek ji wan hevalan piştre di dem û cihên cur bi cur de şehîd ketin. Bi vê boneyê di kesayeta wan hevalên ku me bi bîr anîn ez cardin bejna xwe li ber tevahî şehîdên şoreşê diçemînim û bi rêzdarî wan bi bîr tînim. Di sala 1994’an de cardin me li ser wê qerekolê çalakiyek berfireh kir. Vê carê di wê çalakiyê de me ew qereqol ji binî ve rakir. Vê carê me qet derfet neda ku dijmin xwe komî ser hev bike. Piştî vê çalakiyê ew qereqol êdî nema hate bikaranîn. Ji ber ku dijmin dizanîn êdî nikarin xwe li ber hêza gerîla bigirin ji bo wê ew qereqol vala hiştin.

Albuma Nûçeyê