JIN

Çalakiya fedayî rêya jinan vekir

Dem : 01 Tîrmeh 2018 Yekşem

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi boneya şehadeta şehîd Zîlan daxuyaniyeke nivîskî weşand. YJA Starê diyar kir ku şehîd Zîlan di 30’ê hezîrana 1996’an de bi çalakiya xwe qedera Kurdistanê guhertiye û navê xwe li dîroka azadiyê nivîsandiye û wiha got: “Hevrê Zîlan bi gotina xwe ya ‘Ez dixwazim bibim xwediyê jiyaneke bi wate’ di jiyan û çalakiya xwe de nirxên etîk û estetîkê derxistin holê. Hevrê Zîlan heqîqeta bîrdoziya rizgariya jinan e.”

YJA Starê destnîşan kir ku ew xeta ku her roj, her dem, deqîqeta ku ji xwe re kirine bingeh xeta Zîlan e û wiha domand: “Weke ku Serokatiya me jî bi awayekî vekirî dide diyarkirin; ‘Zîlan fermandara me ye û em jî leşkerên fermana wê ne.’ Eger îro di çar parçeyên Kurdistanê de jin xwe birêxistinkirinê dizîvirin vînekê ev bi saya rêka azadiyê ya ku hevrê Zîlan ji bo jinan vekiriye ye. Ger îro artêşbûna jin mezin bûbe, pêşketîbe û îro ne tenê ji bo jinên li Kurdistanê, ji bo jinên Rojhilata Navîn û yê dinyayê dibe hêviyek, ev berhema hewldan û keda hevrê Zîlan e.”

Her wiha YJA Starê di dawiya nivîsa xwe de di kesayeta Zîlan de hemû şehîdên şoreşê bi bîr anî û soz da ku dê têkoşîna Zîlan li tevahiya Kurdistanê mezin bikin. BEHDÎNAN

Albuma Nûçeyê