JIN

Bû destpêka qonexeke nû

Dem : 30 Pûşper 2018 Şemî

 

Şehîd Zîlan ku bi çalakiya xwe ya fedaî bû sembol û xwedawenda hemû jinan. Niha li çar parçeyên Kurdistanê bi jinên berxwedêr re li dijî hemû dagirkeriyan li ber xwe dide û têdikoşe

NAVENDA NÛÇEYAN

Têgeha mirinê di esasê xwe de tê wateya tunebûnê lê ew têgeh di her rewşê de ne derbasdar e. Hîn mirin hene bi xwe re gelek tişt tîne yan jî diafirîne. Mînakên vê di nav gelê kurd de gelek in. Bifikirin ku di nav gelê kurd de bi taybetî di nav jinan de her canek ku ji bo azadiyê hatiye dayîn, dibe sedema têkoşîn û berxwedanê. Mirina wê kesî ji bo wan dibe hêza lêgerîna heqîqetê. Şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci) jî yek ji van mînakan e. 
Di jiyana jinên kurd de çûyîna şehîd Zîlan (tenê çûyînek fîzîkî ne fikrî) her çi qas windahiyek mezin be jî ew qas jî girîng e. Çûyîna Zîlan di jinên kurd de bû sedema berxwedanê. Her jinek kurd piştî çûyîna Zîlan li dû wê şînê negirt an jî hawaran nekir, berovajî vê piştî çûyîna wê jinên kurd ji bo bibin xwedî vîn û helwesta Zîlan li ser şopa wê meşiyan û bûn şopînerên wê.


Zîlan bi çalakiya xwe ya fedayî hem peyam da pergala dewleta tirk ku yekane armanca wê tunekirina gelê kurd e û hem jî peyam da gelê kurd bi taybetî jinên kurd ku li dijî her cureyên êrîşan têkoşîn şert e. Ew bi çalakiya xwe nîşanî hemû hêzên dagirker da ku jin ji bo azadî û gihîştina heqîqetê dikarin laşê xwe bikin bombe û hemû pergalên dijcivakî hilweşînin. Bi rastî çalakiya şehîd Zîlan bû tirs û ket dilê dewleta tirk. Dewleta tirk ku bi pozbilindiyeke mezin digot ‘ez ê bi hemû hêza xwe bi dijwarî êrîşên kurdan bikim û wan bi vî awayî tune bikim’ li dijî vê çalakiyê ketibû şoqê. A rast dewlet herî zêde ji ber ev çalakî ji aliyê jineke kurd ve hatibû kirin, ket şokê. Ji ber dewlet dizane, ger ku jina kurd ji bo azadiyê serî rake, ji bo gihîştina wê armanca xwe heta dawiyê li ber xwe bide. 

Bû sembola hemû jinan
Dewletê hêza jinên kurd di hemû serhildanên beriya Tevgera Azadiyê de dîtibû. Di van serhildanan de herî zêde berxwedana jinên kurd dewletê xistibû nav tengasiyê. Ji ber ligel hemû serhildan bi komkujiyên mezin bi dawî bibûn jî jinên kurd tu carî xwe radestî dewletê nekirin û bi fedakirina canê xwe ji civaka kurd re bûn meşale û nîşaneya berxwedanê. Di rastiya xwe de di dîroka gelê kurd de hemû serhildanê ku ji bo azadiyê hatine kirin, bi pêşengiya jinên kurd bi pêş ketine û mohra xwe li dîrokê xistine.
Şehîd Zîlan jî bi biryadariya berxwedana jinên kurd ên beriya xwe çalakiya xwe pêk anî û bi vê çalakiya xwe bû sembola hemû jinên kurd. Şehîd Zîlan ne tenê bû sembola jinên kurd, bû sembola hemû jinên berxwedêr ên cîhanê. 

Zîlan ji nû ve wate da jiyanê

Şehîd Zîlan bi çalakiya xwe bû stêrk û rêya jinan ronî kir, ji nû ve jiyanê bi wate kir. Roja pêkhatina çalakiyê ji bo jinên berxwedêr bû îlhama berxwedanê û ji bo dagirkeran jî bû roja dojehê. Çalakiya Zîlan di Tevgera Azadiya Kurdistanê de bû destpêka qonaxeke nû lê nebû dawî. Piştî Zîlan gelek jinên ciwan wekî wê xwe ji bo azadiyê feda kirin. Zîlan bi çalakiya xwe li her çar parçeyê Kurdistanê di berxwedana hemû jinan de xwe da der. Zîlan li Kobanê bû Arîn Mîrkan, li Efrînê bû Avesta Xabûr û bû jinên êzidî û li çiyayê Şengalê şîn bû. 
Her wiha çalakiya şehîd Zîlan ne tenê ji bo dema xwe, ji bo dema piştî xwe jî bû îlham. Zîlan ji bo jinan bû xwedavend, bû xwedevenda berxwedan û jiyaneke nû. Niha xwedavenda berxwedanê li tevahiya Kurdistanê li dijî hemû dagirkeran bi jinên berxwedêr re li ber xwe dide û niha gelek dayik bi ruh û felsefeya xwedevana berxwedanê, nifşên nû mezin dikin.

Çalakiya fedaî pêk tîne

Şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci) di 10’ê tebaxa 1972’an de li gundê Elmaliya Meletiyê hat dinê. Zîlan piştî qedandina Lîseya Pîşeyî ya Tenduristiya Haydarpaşayê li Nexweşxaneya Bîrecîk a Rihayê dest bi peywirê dike. Di heman demê de Zîlan beşa Şêwirmendiya Psîkolojiyê jî dixwîne. Zîlan dema lîseyê li hemberî rêxistinên çepgir bi taybetî li hemberî Tevgera Azadiyê dilgerm e.Piştî naskirina tevgerê Zîlan di sala 1995’an de tev li Tevgera Azadiyê dibe û di 30’ê hezîrana 1996’an de li Dêrsimê li dijî merasîma leşkerên tirk çalakiyeke fedaî pêk tîne û şehîd dibe.

 

Albuma Nûçeyê