JIN

Bo wekheviyê deng didin HDP’ê

Dem : 14 Pûşper 2018 Pêncşem

Jin û ciwanên Mîdyada Mêrdînê bi hemû leza xwe xebatên hilbijartinê didomînin. Jin û ciwanan, bang li hemû kesan kirin ku biçin ser sindoqan, ji bo wekhevî û mirovahiyê dengê xwe bidin HDP’ê.

Jin û ciwanên ku eleqeyeke mezin nîşanî HDP’ê didin der barê hilbijartinê de nêrînên xwe anîn ziman.

Kerîme Aksu diyar kir ku ji bo herkes bi awayekî azad bijî dê biçe ser sindoqan û wiha got: “Divê em xwedî li HDP’ê derkevin. Em jin in, ciwan in û em dikarin bikin.”

Mecîde Alkuna ya 22 salî anî ziman ku ji bo xwedî li nasname û zimanê xwe derkeve dê sê dengê xwe bide HDP’ê. Naciye Bîrlîk destnîşan kir ku divê jin xwedî li vîna xwe derkevin û biçin ser sindoqan.

Ayşe Kahraman jî ev tişt anî ziman: “Jin dê xwedî li HDP’ê û Demîrtaş derkevin. Ji bo aştî û wekheviyê, demokrasî û mirovahiyê em ê dengê xwe bidin HDP’ê.” MÊRDÎN

Albuma Nûçeyê