CÎHAN

Bo hevdîtina duyem Trump vexwend Pyongyangê

Dem : 12 Pûşper 2018 Sêşem

Li gorî çapmeniya Koreya Başûr, lîderê Koreya Bakur Kim Jong-unê ku îro li Singapûrê dê bi serokê DYA’yê Donald Trump re bê ba hev, bo hevdîtina tûra duyem, Trump vexwend paytextê Koreya Bakur Pyongyangê.

Rojnemaya Chosun Ilbo ya Koreya Başûr, agahiyên çavkaniyên ku nêzî mijarê ne bi xwendevanên xwe re parve kir. Li gorî nûçeya rojnameyê vexwendin, di nameya ku cîgirê Kim ê pîle bilind, Kim Yong Chol radestî Trump kir de cih girt.

Li gorî agahiyan, her du lîder bo hevdîtinên tûra duyem di meha tîrmehê de li Pyongyangê dibe ku bên ba hev. Çavkaniyê ku ji rojnameyê re axivî got ku piştî teqezkirina hevdîtina li Pyongyangê, hin mijar dê neyên axaftin an jî biryara dawî dê di hevdîtina tûra duyem de bê dayîn.

Hevdîtina sêyemîn li Washintonê ye

Her wiha bi pêkhatina hevdîtina tûra duyem re hevdîtinek din jî tê payîn ku di meha îlonê de li Washingtonê pêk were. Ji aliye din ve hevdîtina serokê DYA’yê Donald Trump û serokê Koreya Bakur Kim jong-un sibê li gorî saeta herêmî di 09.00an de dê pêk were. Her du lîder dê cara ewil hevdîtina rûbirû pêk bînin. Hevdîtin bi beşdarbûna her du lîder û wergêran dê bê lidarxistin û nêzî du saetan dê biajo. WASHINGTON

Albuma Nûçeyê