JIN

Bo çareseriyê divê jin muxatab bên girtin

Dem : 10 Tîrmeh 2018 Sêşem

Di demên dawî de revandin û îstîsmarkirina li dijî zarokan zêde bûye. AKP û MHP dixwaze têkildarî vê îstîsmarkirin û revandinê cezayê darvekirinê û xesandinê derxe û nîqaş dike. Nîqaşên ku li ser vê mijarê didomin û bertek jî li dijî van cezayan zêde dibin. Bi taybetî sazî û rêxistinên jinan li dijî van cezayan derdikevin.

Parêzera femînîst Dîren Cevahîr Şen a ku bi salan e dozên cînayetên jinan û îstîsmarkirina zarokan dişopîne têkildarî mijarê axivîn û diyar kir ku cezayê darvekirin û xesandin ji bingeha xwe dûr e û tu pirsgirêkan çareser nake û wiha got: “Bi salan em dibêjin darvekirina îstîsmarkaran ne çareserî ye. Tişta dixwazin bînin ne pêşîgirtina îstîsmara zarokan, tundî, tacîz û tecawizê ye. Kesê dibin şîrikê vî sûcî divê hemû bên cezakirin. Li holê rewşek ne jidil heye. Heke dixwazin bila cezayê herî giran bidin sûcdaran. AKP wisa jidil be neçar e femînîst û rêxistinên jinan bike muxatabê xwe. Bila kes ne li benda jinan be ku dê li dijî nîqaşên darvekirin û xesandinê bêdeng bimînin.” STENBOL

Albuma Nûçeyê