CÎHAN

Biryara meclisê li dijî zagonê ye

Dem : 01 Pûşper 2018 În

Serokkomarê Iraqê Fûad Mahsûm diyar kir ku biryara parlamentoya Iraqê ya têkildarî betalkirina encamên hilbijartinê ne yasayî ye.

Di daxuyaniya ku ji aliyê ofîsa Serokkomarê Iraqê ve hate dayîn, wiha hate gotin; “Parlamentoya Iraqê beriya 2 rojan, biryara betalkirina beşek encamên hilbijartinê da, her wiha biryara beşek jî bi dest bên hejmartin da. Em di wê baweriyê de ne ku ev li dijî destûra bingehîn û zagonê ye.” Mahsûm her wiha ji Dadgeha Federal a Iraqê daxwaz kir ku têkildarî biryara parlamentoyê ya betalkirina beşek dengan, daxuyaniyek bide. Parlamentoya Iraqê di rûniştina xwe ya 28’ê gulanê de bi dengên zêde biryar da ku tevahiya dengên ji derveyî welat li gel dengên penaberên li wargiha Enbar, Selahaddîn, Mûsil û Diyala yên di hilbijartina 12’ê gulanê de hatine kirin bên batalkirin. Her wiha biryar da ku ji sedê 10’ê rêjeya dengan bi dest bên hejmartin.

Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê di daxuyaniya xwe ya duh de, li gelemperiya Iraqê encamên 954 navendên dengdanê, yên ji derveyî welat ên 67 navendan, bi giştî encamên hezar û 21 navendên dengdan betal kir. BEXDA

Albuma Nûçeyê