NÛÇE

Birayê birîndar hat girtin

Dem : 18 Pûşper 2018 Duşem

Fadil Şenyaşar yê ku di êrîşa AKP’iyan a li Pirsûsê de bavê wî û 2 birayên wî hatin qetilkirin û ew jî hat birîndarkirin, dema ku ji nexweşxaneyê hat derxistin, hat binçavkirin. Şenyaşar piştî îfadedayîna li dozgeriyê, hat girtin.

Heyeta ku ji endam û rêveberên Baroya Amedê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) û gelek rêxistinên sivîl pêk dihat; bi armanca bûyera ku li Pirsûsê pêk hat lêkolîn bikin xwestin biçin Pirsûsê. Lê Midûriyeta Polisan a Rihayê bi hinceta ‘ewlehiya canê wan tune ye’ destûr neda ku heyet bikeve Rihayê. Her wiha derket holê ku waliyê Rihayê û midûrê polîsan saet di 03.00’ê şevê de bi telefonê li heyetê geriyane û gotin ‘Em nikarin ewlehiya we bistînin. Em destûr nadin hûn bên Rihayê.’ RIHA

Albuma Nûçeyê