JIN

Bingeha têkoşînê rakirina tecrîdê ye

Dem : 03 Tîrmeh 2018 Sêşem

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê () di encamnameya xwe ya komcivînê de diyar kir ku wan di civînê de biryarên gelek girîng girtine û hate gotin ku dê bingeha têkoşîna wan rakirina tecrîda li ser Ocalan û şîdeta li dijî jinan be. TJK-E’yê da zanîn ew ê li dijî tecrîdê dest bi kampanyayeke berfireh bikin û dê heta dawiya salê bidome

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) di navbera 27-28’ê hezîranê de komcivîna xwe ya pêncemîn li dar xist. TJK-E piştî nîqaşên berfireh biryarên encamnameya xwe ya komcivînê ji raya giştî re ragihand. TJK-E’yê diyar kir ku dê bingeha têkoşîna wan helwesta li hemberî tecrîd û komkujiya li ser jinan be.

TJK-E’yê diyar kir ku wan di komcivînê de hewl dane ku hemû pêkhateyên pergala konfederal tev li komcivînê bikin û destnîşan kir ku ew vê komcivîna xwe diyarî şehîd Şîlan a sosyalîst ku li rojavayê Kurdistanê şehîd bûbû, kirine.

‘Tevgera me ji cîhanê re bû mînak’

TJK-E’yê da zanîn ku ew civîna xwe ya du rojan de êrîş û polîtîkayên li ser jinan, encam û metodên têkoşînê nîqaş kirine û wiha got: “Di heman demê de me li ser mijara tecrîda li ser Rêber Apo, dagirkeriya li ser Efrînê û qetlîamên li ser jinan nîqaşan kirin. Li hemberî van êrîşan berxwedana jinan jî didome. Di sala 2017’an de derket holê ku tevgera me ji bo jinên cîhanê bûye mînak.”

TJK-E’ê anî ziman ku di komcivînê de pirsgirêkên rêxistinî, îdeolojîk û pratîkî hatine nirxandin û li ser vî bingehî biryarên girîng hatine girtin.

Armanc rêxistinbûn e

TJK-E’yê ragihand ku armanca wan mezinkirina karê rêxistinkirinê ye û wiha domand: “Em ê sala nû ya têkoşînê bi rêxistinbûneke bi perwerde û çalakiyan bi ser bixin. Lewma armanca me ya bingehîn dê mezinkirina karên rêxistinî be. Di dema nû de jî em ê komun, meclis û înîsiyatîfan ava bikin, yên heyî xurttir bikin û bi vî rengî hewldanên xwe yên ji bo avakirina sîstema konfederal bidomînin.”

Dê kampanya bên berfirehkirin

TJK-E’yê destnîşan kir ku têkoşîna wan a bingehîn dê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan be û wiha pêde çû: “Bi vê armancê em ê kampanyayeke berfireh bimeşînin ku dê aliyên xwe yên çalakî û dîplomatîk hebin û heta dawiya salê bidome. Her wiha ji bo pêşîgirtina kuştin û şîdeta li ser jinan a Ewropayê em ê kampanyayekê ku dê salek berdewam bike ya çalakî û perwerdeyî ya ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bimeşînin.”Her wiha TJK-E’yê herî dawî ev tişt anî ziman: “Bi tevlêbûneke mezin û fedakar, dê qirkirin û hovîtiya ku li ser gelê me tê ferzkirin ji holê bê rakirin, keda jinan û gelê me dê bi keda Rêbertî re bibin yek û em ê ji qadên ku em lê ne dest pê bikin û dê sîstema me ya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinan, gav bi gav bê avakirin.” BRUKSEL

Albuma Nûçeyê