NÛÇE

Bîlançoya mehekê: 651 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

Dem : 10 Kewçer 2018 Çarşem

HSD’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya mehekê parve kir. Di bîlançoyê de hat gotin ku di temamiya pevçûnan de 615 çete hatine kuştin û gelek sivîl jî hatine rizgarkirin. HSD’ê destnîşan kir ku 6 çete bi saxî hatine dîlgirtin û gelek çek û cebilxane jî bi dest xistine

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demoratîk (HSD) bi daxuyaniyekê bîlançoya mehekê parve kir. Di daxuyaniyê de HSD’ê destnîşan kir di encama şer û pevçûnên mehekê de 651 çete hatine kuştin û 6 çete jî bi saxî hatine girtin. HSD’ê got ku di temamiya pevçûnan de 37 şervanên wan jî jiyana xwe ji dest daye.

HSD’ê da zanîn ku di çarçoveya ‘Şerê Tunekirina Terorê’ ku qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ye, li rojhilatê çemê Firatê ji 10’ê îlonê ve berxwedaneke mezin dimeşînin û ev tişt destnîşan kir: “ Bi vê yekê hêzên me dixwazin deverên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de yên weke Hecîn, Sûsê, El Şehfê û derdora wan ên gundewarên Dêra Zorê rizgar bikin. Di encamê de hêzên me serkeftinên mezin bi dest xistin û herêmeke berfireh ji çeteyan rizgar kir. Her wiha gelek baregehên çeteyan hatin rûxandin û gelek çek û cebilxane jî hatin desteserkirin.”

370 nuqteyên nû hatin rizgarkirin

Di berdewamê de HSD’ê da zanîn ku hêzên wan beşdarî 58 şerên rû bi rû bûn û ev dane parve kirin: “Hêzên Koalîsyona Navneteweyî 215 êrîşên asîmanî û 17 êrîşên bi topavêjan pêk anîn. Di encama pevçûnan de 651 terorîst hatin kuştin û cenazeyên 17 terorîstan ketine destên şervanan. Ev cenaze bi rêk û pêk hatine definkirin. Bi dehan cenazeyên terorîstan li nav baxçeyên deverê li ser erdê mane û hêzên me nikaribûn van cenazeyan ji ber mayinên ku terorîstan çandine, hildin. 6 terorîst dîl ketine destê şervanan. Hêzên me 370 nuqteyên nû bi dest xistin û 40 km erd û gundên El Baxoz, El Şeclê û Mûzanê  rizgar kirin.”

Gelek çek hatin desteserkirin

Li gorî daxuyaniyê çek û cebilxaneyên ku hatine desteserkirin wiha ye: “Doçkayeke 12.5 mm, 14 sindoqên guleyên doçkaya 12.5 mm, 14 çekên kaleşnîkofê, 5 çekên BKC, 5 B7 û 15 guleyên wê, 7 hewanên 120 mm û 268 topên wê, 2 çenteyên guleyan, doçkayeke 23.5 mm, 16 sindoqên guleyên doçkaya 23.5 mm, çekeke M16, zincîreke guleyên kaleşnîkofê, firokeyeke keşfê, 26 hezar guleyên doçkaya 12.5 mm, 25 hezar guleyên BKC’yê, 200 topên hewana 120 mm, 112 heşweyên hewanan, 5 hezar guleyên kalaşnîkofan, 2 sebetanên doçkaya 23.5 mm, 21 sebetanên doçkaya 14.5 mm, sebetaneke doçkaya 12.5 mm û çekeke 24.”

Çek û cebilxaneya hatiye rûxandin

Navenda ragihandinê çek û cebilxaneya ku di encama pevçûnan de hatine rûxandin jî wiha rêz kirin: “6 topavêjên hewanê, 12 wesayîtên leşkerî, 11 depoyên çek û cebilxaneyê, 9 navendên fermandariyê yên terorîstên DAIŞ`ê, 22 wesayîtên bombebarkirî, 6 motorsîklêtên bombebarkirî, qaîdeyeke avêtina moşekên herarî, kargeheke çêkirina erebeyên bombebarkirî, navendeke peywendiyan, 2 firokeyên keşfê, 2 treks û 7 tunel.”

Gelek sivîl hatin rizgarkirin

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HSD’ê wiha bi dawî bû: “Di pevçûnan de gelek terorîstan xwest ku bi wesayîtên bombekirî û xwekujan pêşveçûna şervanên me asteng bikin. Gelek caran jî deverên ku jê vedikişiyan mayîn dikirin. Di vê çarçoveyê de 37 êrîş pêk anîn û ji van 22 êrîş bi wesayîtên bombebarkirî, 6 jê  bi motorsîklêtên bombebarkirî û 7 jî êrîşên xwekujn bûn. Hêzên me 246 mayinên çeteyan bêbandor kirin. Her wiha hêzên me bi sedan sivîl rizgar kirin û di kampan de pêşwazî kirin. Yekîneyên me yên taybet 2 jinên êzidî yên ku ji Şengalê hatibûn revandin rizgar kirin. Her wiha di temamiya pevçûnan de 37 şervanên me jî şehîd bûn û hinek şervan jî birîndar bûn.”

Albuma Nûçeyê