CÎHAN

Bîlançoya li Japonyayê giran dibe!

Dem : 10 Tîrmeh 2018 Sêşem

Bîlançoya karesata lehiyê ya li Japonyayê her ku diçe girantir dibe. Li gorî daneyên fermî, hejmara welatiyên ku di karesatê de jiyana xwe ji dest dane gihaşt 156’an

Li Japonyayê lehiya herî mezin a 30 salên dawî rabû. Li gorî rayedarên hikûmetê, hejmara welatiyên ku heta niha di encama lehiyê de jiyana xwe ji dest dane derket 156 kesan. Di heman demê de rayedaran ragihand ku xebatên wan ên lêgerîna welatiyên li rojavayê Japonyayê jî hîn didome.

Tevî ku bi dehhezaran kes di xebatên lêgerînê de cih digirin jî, agahî ji bi dehan welatiyan nayên girtin. Her çiqas çapemeniya Japonyayê hejmara kesên winda weke 50 bide jî, tê payîn ku hejmara welatiyên ku winda ne zêdetir e.

Gelek kes hîn asê ne

Hêjayî bibîrxistine ye ku di roja înê û yekşemê de lehiya mezin li Japonyayê rabûbû. Di heman demê de li gelek herêman jî hezaz çê bûbû û ev jî bû sedema mirina bi sedan welatiyan. Bi rabûna lehiyê re jî ji herêmên xetere zêdetirî 5 milyon kes hatin tehliyekirin. Lê hîn jî gelek welatî asê mane.

Abe serdanên xwe betal kirin

Piştî lehiyê germeke zêde dest pê kir. Li ber germa 35 pîleyî gera li kesên winda didome. Ev jî gerê zehmettir dike. Duşemê nêzî 75 hezar polîs, leşkerên agirkuj xebatên dîtina mirovan domandin. Ji ber sedema giraniya rewşê serokwezîr Şînzo Abe, serdanên xwe yên li Belçîka, Fransa, Erebistana Siûdî û Misrê betal kirin. TOKYO

Albuma Nûçeyê