CÎHAN

Bîlançoya erdheja Endonezyayê giran dibe: 319 mirî

Dem : 09 Tebax 2018 Pêncşem

Bîlançoya erdheja Endonezyayê her ku diçe giran dibe. Wezareta Tenduristiyê ya Endonezyayê têkildarî encamên erdhejê daxuyaniyek da û da zanîn ku hejmara welatiyên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane gihaştiye 319 kesan

Di 5’ê tebaxê roja yekşemê de li Endonezyayê bi pileya 6.9 erdhej pêk hat. Roj bi roj bîlançoya erdheja li Endonezyayê jî girantir dibe. Li gorî daneyên dawîn, hejmara welatiyên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane gihaşt 319 kesî.

Têkildarî mijarê Wezareta Tenduristiyê ya Endonezyayê daxuyaniyek da û destnîşan kir ku hejmara welatiyên ku di encama erdhejê de jiyana xwe ji dest dane gihaştiye 319 kesan. Di heman demê de di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 156 hezar kes jî ji cih û warên xwe koçber bûne. Bîlançoya erdhejê di navbera demên pir kurt de her ku diçe zêdetir dibe. Rayedarên dewletê jî dan zanîn ku dibe ku hejmara miriyan zêde bibe.

Di encama erdheja li Endonezyayê de bi dehhezaran xaniyan zirar dîtin an jî hilweşiyan. Piştî erdheja roja yekşemê, welatî bi tirs û fikar derketin. Hat zanîn ku gelemperiya welatiyên ku xaniyên wan zirar dîtin an jî xera bûn, niha di nav zeviyên birinc de dimînin. Li gorî Enstîtuya Jeofîzîkî ya Amerîkayê pileya erdheja ku roja pêncşemê rû da 5,9 bû. Ajansa Sîsmolojî ya Endonezyayê jî pileya wê weke 6,2 diyar kir. CAKARTA

Albuma Nûçeyê