NÛÇE

Bîlançoya dagirkirinê rojane girantir dibe

Dem : 05 Tîrmeh 2018 Pêncşem

NAVENDA NÛÇEYAN

YPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li Efrînê di dîrokên cuda de çalakiyên cur bi cur li dar xistine.  YPG’ê da zanîn ku di encama çalakiyê de zêdetirî 9 çete û leşkerên dewleta tirk hatine kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê têkildarî çalakiyên dawîn ên Xezeba Zeytûnê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hêzên wan li dijî hêzên artêşa tirk û çeteyên wê çalakiyên bi bandor pêk anîne.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hêzên wan di 30'yê hezîranê de li ser rêya di navbera Efrîn û Mabetayê de li ber çeteyên Feylaq El Şamê kêmîn danîne. YPG’ê da zanîn ku di encama  kêmînê de leşkerekî artêşa tirk hatiye kuştin û gelek çete jî birîndar bûne.

Li dijî baregeha leşkerî çalakî

Navenda ragihandinê daxuyand ku hêzên wan di 1'ê tîrmehê de li baregeheke çeteyên Feylaq El Şamê dane. Têkildarî encamên çalakiyê jî YPG’ê ev hûrgilî parve kirin: “Çalakî li dijî baregeha leşkerî ya li herêma di navbera gundên Meryemîn û Malikiyê yên Şerayê pêk hat. Di encama çalakiyê de 4 çete hatin kuştin û 3 çete jî birîndar bûn.”

Gelek leşker û çete hatin kuştin

YPG’ê di berdewamê de jî destnîşan kir ku hêzên wan di 2'yê tîrmehê de li taxa Mehmûdiyê ya Efrînê li dijî leşkerên tirk çalakiyeke sabotajê pêk aniye û wiha domand: “Di encama çalakiya sabotajê de 3 leşkerên tirk hatin kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn. Di heman rojê de hêzên me li ser rêya Efrîn û Racoyê çalakiyeke sûîqestê pêk anî. Di encama çalakiyê de jî çeteyekî koma çete ya Firqet Hemzeyê hate kuştin. Di 3’yê tîrmehê de jî hêzên me piştî şopandineke demdirêj, li bargeheke çeteyên Ehrar Şerqiye xistin. Lê hejmara kuştî û birîndarên çeteyan ên di vê çalakiyê de nehat zelalkirin.”

Bîlanço giran dibe

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji destpêka êrîşên dagirkeriyê heta niha 2502 çete û leşkerên dewleta tirk li Efrînê hatine kuştin.

Albuma Nûçeyê