NÛÇE

‘Bila destê min bişkesta lê min deng nedaba AKP’ê’

Dem : 28 Avrêl 2018 Duşem

Bi nêzbûna hilbijartinên 24’ê Hezîranê re, helwesta hilbijêran a li hemberî partiyên siyasî jî diyar dibe. Yek ji van welatiyên li hemberî desthilatiya AKP’ê bi bertek jî cotkarê ji Meletiyê Metîn Çelîk e. Çelîk demek berê ji ber ku nekarîbû deynê xwe yê banqeyê bide, serî li rêveberiya banqeyê da û xwest ku deynê wî paşve bê dayîn. Lê piştî ku ev daxwaza wî hatiye redkirin jî, li pêşiya banqeyê benzîn li xwe kir û hewl da ku xwe bişewitîne.

Têkildarî mijarê jî Çelîk ji rojnamegerê BîrGûnê Erk Acarer re axivî. Çelîk anî ziman ku pirsgirêk tenê ya cotkaran nîn e û wiha got: “Pirsgirêk, a hemû welat e. Netirsin, biaxivin, rexne bikin û nehêlin ku keda destê we pêşkeşî conîyên amerîkî û kedxwarên li Tirkiyeyê bikin. Weke me tiştekî xerab kiribe, rastî nêzikatiyên xerab tên. Pereyê me tune ye. Rewşa min a aborî li gorî ya cotkarên li herêmê, baştir e. Bax û bostanên min, zeviyên min hene. Lê ma kêrî çi tê? Em nikarin berhemên xwe bifiroşin. Zêdetirî 8-9 meh e em hemû mexdûr in. Gelo ger ez di vê rewşê de bim, niha rewşa hevalên min çawa ye? Gelo çima rojnameger rewşa me venabêjin? Berhem tune, pere tune û hemû depo vala ne.”

‘Ka sozên ku AKP’ê dane me?’

Di berdewamê de jî Çelîk gotinên Serokê Wezareta Sewalkarî û Çandiniyê Ahmet Eşref Fakibaba yên ‘em ê 300 mihî bidin gundiyan’ bibîrxist û wiha pê de çû: “Ka sozên ku dane me? Tekane karê AKP’ê, reklam e. Di dawiya dawî de di traktorên cotkaran de mazot nemaye, nikarin zeviyên xwe bikêlin û nikarin deynê xwe bidin. Ne em dikarin sewalan bikirin û ger bikirin jî em nikarin êmê wan bikirin. Banqe bi pey me ketine û em nikarin deynên xwe yên krediyan bidin. Rast e deynên me yên krediyên çandiniyê paşve didin lê bi bedela ji sedê 16-17 zamê re. Em bi temamî bêçare ne.”

Diyar e ku şexsiyeta wan ewqas e

Der barê hewldana xweşewitandinê de jî Çelîk ev tişt anîn ziman: “Tenê provokatorî ji me kêm bû, ew nav jî li me kirin. Ez êdî felişîme, dîn bûme û hatime wê astê ku xwe bişewitînim. Lê tenê yek nehatiye û negotiye ku ‘te xêr e, hembajariyê min?’ Tenê wezîrek AKP’î eleqeder nebûye. Diyar e ku şexsiyeta van ewqas e. Min dengê xwe dabû AKP’ê. Xweziya destên min bişkestina lê min dengê xwe nedabûya. Kar tune, nan tune û tenduristiya me ya ruhî xera bûye. Rewşa malbata min nebaş e û zarokên min nikarin biçin dibistanê.” AMED

Albuma Nûçeyê