POLÎTÎKA

Bila dagirker ji Başûr derkevin

Dem : 08 Tîrmeh 2018 Yekşem

Li seranserê Başûr li dijî dagirkeriya dewleta tirk bi dirûşma ‘Derkeve derkeve artêşa tirk derkeve’ çalakî û xwepêşandan pêk hatin. Di çalakiyan de hat gotin ku ger aliyên têkildar li dijî dagirkeriyê bêdengiya xwe bidomînin dê dest bi çalakiyên cuda bikin

Bi pêşengiya Eniya Niştimanî ya li Dijî Dagirkeriyê li Silêmanî, Hewlêr, Kerkûk û navçeyên Ranya, Qeladizê, Çemçemal ên Silêmaniyê û navçeyên Kelar a Germiyanê bi dirûşmên; ‘Derve derve artêşa tirk derkeve’, ‘Artêşa tirk dagirker e, ji Kurdistanê derkeve’ xwepêşandan hatin lidarxistin.

Çalakî û nerazîbûnên dagirkeriya artêşa tirk a li ser axa başûrê Kurdistanê didome. Di çarçoveya van çalakiyan de duh li 9 navendên Başûr ên wekî Silêmanî, Hewlêr, Kerkûk û navçeyên Ranya, Qeladizê, Çemçemal ên Silêmaniyê û navçeyên Kelar a Germiyan bi dirûşma ‘Derve derve artêşa tirk derkeve’ xwepêşandan û çalakî pêk hatin. Di çalakiya de dirûşmên ‘Erdogan baş bizane, Qendîl xeta sor e’, ‘Artêşa tirk dagirker e, ji Kurdistanê derkeve’, ‘Qendîl kelha berxwedanê’ û ‘Faşîst û terorîst Erdogan’ hatin berz kirin.

Xwepêşandan ji aliyê Eniya Niştimanî ya li dijî dagirkeriyê ve hatin organîze kirin. Ji hemû beşên civakê beşdarî xwepêşandana bûn.

Du armancên dagirkeriyê hene

Piştî xwepêşandanan daxuyanî hatin xwendin. Di daxuyaniyan de hat diyarkirin ku niha axa Başûr ji aliyê dewleta tirk ve hatiye dagirkirin û ev rewş gihîştiya asta metirsiyê û wiha hat gotin: “Mixabin ev planên Tirkiyeyê bi piştgiriya rasterast û nerasterast ên hinek hêzên Başûr ve tê meşandin. Ev jî li dijî gelê me planeke qirêj e. Li gorî me, dagirkerî ji bo du armanca ne. Yekem ji bo jiholêrakirina Tevgera Azadîxwaz a gelê me û herêmê ye û ya duyem jî, dagirkiriya tevahiya Başûr e.”

Li dijî dagikeriyê çalakiyên cuda

Di daxuyaniyan hat destnîşankirin ku di bingeha her du armancên dagirkeriyê de jiholêrakirina îradeya gelê kurd e hene û hat ragihandin ku divê hemû aliyên kurd vê metirsiyê bibînin û ev tişt hatin parvekirin: “Li ser vê bingehê divê gelê me li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê rabe ser pêyan û Başûr ji vê tengasiyê rizgar bike. Lewma rizgarbûna ji dagirkeriyê û krîzan pêwîstî bi têkoşîna hevbeş dibîne, ji ber ku herdu bi hev re girêdayî ne. Bêdengiya aliyên peywendîdar ên weke parlamentoya Herêma Kurdistanê û Iraqê zêdetir metirsî li ser îradeya xelkê, niştimana Başûr çêdike. Ger bêhelwestiya wan berdewam bike, dê li dijî dagirkeriyê helwesta me ya cuda hebe. Pêwîst e em hemû bi hev re weke erkekî niştimanî û demokratîk beşdarî parastina welatê xwe bibin.”

Her wiha di dawiya daxuyaniyan de bang li tevahî ciwan, jin, pêşmergeyên dêrin, rewşenbîr, aktivîst û gel hat kirin ku rûmet û welatê xwe biparêzin. SILÊMANÎ

Albuma Nûçeyê