JIN

‘Bidarvekirinê hişmendiya hikûmetê dertê holê’

Dem : 09 Tîrmeh 2018 Duşem

Li Tirkiyeyê her roj bûyerên kuştin, revandin, tundî û îstîsmarên zayendî yên li dijî jin û zarokan zêdetir dibin. Hikûmeta AKP’ê li şûna polîtîkayên çareseriyê, cezayên dervekirin û xesandinê dixe rojevê. Civak li dijî van polîtîkayên hikûmetê ku her roj tundî, îstîsmar û kuştinên jin û zarokan zêdetir dike, bi bertek in. Civaknas Şeyma Arslantaş, êrîşên li ser jin û zarokan ên ku zêde dibin û polîtîkayên hikûmeta AKP’ê yên darvekirin û xesandinê nirxandin.

Arslantaş diyar kir ku di serdema hikûmeta AKP’ê de pergala modernîteya kapitalîst kûrtir bûye û wiha got: “Pêşketinên madî yên civakan, ji yên guhertina hişmendiyê pir bi leztir in. Dibe ku mirov di malên herî moderen de bijîn lê asta guhertina hişmendiyê ne eynî ye. Li dijî rewşên xerab ên tên jiyîn, avakirin rojeva ‘darvekirinê’ , bi hişmendiya hikûmetê ve girêdayî ye. Hikûmeta bi darvekirinê hişmendiya xwe derdixe holê.”

Darvekirin rêbazeke îşkenceyê ye

Sekretera Giştî ya Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê Umît Ayşe Demîr jî bal kişand ser daxuyaniya kastrasyona zayendî û ev tişt vegot: “Darvekirin û xesandin dikare bibe sedema zêdebûna bûyeran. Ji ber ku li welatên ku cezayên darvekirin û xesandinê pêk tên rêjeya bûyerên îstîsmar û tacîzê li gorî Tirkiyeyê zêdetir e. Her wiha darvekirin û xesandin di heman demê de rêbazek îşkenceyê ye.” AMED

Albuma Nûçeyê