NÛÇE

Bi wesayîta zirxî kalê 60 salî birîndar kir!

Dem : 28 Avrêl 2018 Duşem

Hovîtiya hêzên dewleta tirk a li bakurê Kurdistanê berdewam e. Roj naçe ku hêzên ewlekariyê yên dewleta tirk li bajarên bakurê Kurdistanê sivîlan qetil nakin. Hêzên ewlekariyê yên ku bi hincetên ‘qezayên trafîkê’, ‘xerabûna çek’ û hwd bêperwa sivîlan, bi taybet jî yextiyar û zarokan dikujin. Niha jî li Dêrsimê hêzên artêşa tirk bi wesayîta zirxî, pîremêrekî 60 salî birîndar kir.

Li Duriya rêya bejahî ya navenda Dersimê leşkeran maşîneya zirxî li Hasan Huseyîn Çîmen (60) qeliband. Çîmen ê birîndar bû, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê. Çîmen ê li vê derê tê derman kirin, dibin kontrolê de tê girtin. Hat diyar kirin ku Çîmen ji serê xwe derbe xwariye û talûkeya wî ya jiyanî nîne. Li herêmê di salên dawî de gelek welatî ji ber ku maşîneyên zirxî li wan diqelibîn jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku bi taybet jî di salên dawîn de li bajarên bakurê Kurdistanê gelek welatî bi wesayîtên zirxî yên leşkerî hatine qetilkirin. Her wiha di 24’ê gulanê de jî li ser Cadeya Îstasyonê ya Mûşê, di encama gulebarana polîsên dewleta tirk de, zarokê bi navê Veysel Toplu (10) bi giranî birîndar bûbû. Ligel vê di 6’ê îlona 2016’an de jî li Qada Seyîd Riza ya Dersimê, polîsan maşîneya zirxî li Naziye Ozdemîr a 71 salî qelibandibû û Ozdemîr qetil kiribûn. DÊRSIM

Albuma Nûçeyê