JIN

Bi van pêşniyaran pirsgirêkan taloq dikin

Dem : 03 Tîrmeh 2018 Sêşem

Cigîrê serokwezîr Bekîr Bozdag têkildarî Eylul Yaglikara ya 8 salî ku li Polatli ya Enqereyê hat qetilkirin daxuyaniyek da û wiha got: “Em tedbîra jê re dibêjin kastrasyona zayendî bi hemû aliyan di dema nû de bikin dewrê.”

Rêxistinên jinan bertek nîşanê daxuyaniyê dan. Parêzerên jin gotin ku pêşniyara Bozdag bi tu awayî çareseriyê nayne.

Divê sûcdar bên cezakirin

Ji meclisa Jinan a Stenbolê Esîn Yeşîlirmak diyar kir ku ev pêşniyara çareseriyê ne çareseriye û wiha got: “Çavkaniya pirsgirêkê ne nexweşî ye ku bi rêbazên tibî bê çareserkirin. Di qanûna me de cezayên giran hene lê her tim ceza tên daxistin. Ger ji gumanbaran re ceza neyê daxistin dê jixwe bi salan di girtîgehê de bimînin. Divê gumanbar bên cezakirin û mexdur jî bên parastin.”

Di pratîkê de tu tişt tune ye

Berdevka Meclisa Jinan a Stenbolê Gulsum Kav jî destnîşan kir ku darvekirin û xesandin pêkanînên serdema navînin û ev tişt anî ziman: “Tirkiye divê ewil li gorî peymana mafê zarokan tev bigere. Di qanûnan de zarok tên parastin lê di pêkanînan de tu tişt tune ye. Her wiha pêşniyara destilatdariyê ji çareseriyê wêdetir, pisgrêkên heyî ya civakê taloq dike.” STENBOL

Albuma Nûçeyê