ÇAND Û HUNER

Bi tembûrê gihîşt mirazê xwe

Dem : 14 Pûşper 2018 Pêncşem

Zeyneb DURGUT / WAN

Di civakên bindest û feodal de herî zêde mafên jinan tên binpêkirin. Jina bi navê Maşallah Işik (40) jî yek ji wan jinan e. Maşallah a ku ji saz û hûnerê gelek hez dike, lê ji ber ku civak şerm dibîne piştî temenekî şûnde xwe digihîne mîrazê xwe û niha li Navenda Çand û Hûnerê ya Notaya 8’êmin bi lêdana sazê xwe li hemberî hişmendiya baviksalar têdikoşe.

Işik anî ziman ku jin di civakê de her tim wekî kesên dûyemîn hatine dîtin û got ku li hemberî vê hişmendiyê bersiva herî xurt têkoşîn e û wiha axivi; “Min ji zarokatiya xwe hetanî niha her tim dixwest ez li sazê bidim. Kêfa min pir zêde ji hûnerê re tê. Ji zarokatiyê heyanî niha meraqa min a li hemberî hûnerê gelek hebû. Civaka ku ez tê de dijiyam, pir zêde feodal bû. Li gorî wan jin piştî mêr dihat û her daxwaziyek jinê jî diviya mêr biryar bida. Bi rastî ne tenê huner di her qadên jiyanê de jin tên çewisandin û bindest tên hiştin. Jinên ku li gorî daxwaziyên mêr dijîn, ew li gorî civakê jinên herî jêhatî û serkeftî ne. Bi rastî min di zarokatiya xwe de dixwest ez lê sazê bidim. Lê dîsa jî li hemberî hemû şermdîtin û astengiyên civakê jî min dev ji lêdana sazê berneda. Niha zarokên min hene. Bi piştgiriya hevjînê xwe ez niha xeyala xwe ya zarokatiyê li vir pêk tînim. Ez bi sazê xwe tedikoşim û nîşan didim ku jin dikarin her tiştekî bikin.”

Albuma Nûçeyê