JIN

Bi meşê be jî em ê biçin ser sindoqan

Dem : 11 Pûşper 2018 Duşem

Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK), ji bo herêma Wanê der barê 224 sindoqan de biryar da ku cihê sindoqan bê guhertin. Ji 224 sindoqan jê 21 sindoqên bên guhertin li herêma navçeya Qelqeliyê ne. Yek ji gundê ku sindoqên wan hatin guhertin, gundên Memedelan û ji sedî 98 hilbijêrên wê HDP’î ye. Bi biryara YSK’ê sindoqên Memedelan şandin gundê Asteco yê 6 kîlometre dûrî wan e. Jinên gund bertek nîşanî biryara YSK’ê dan û gotin ku sindoqan bibin ku derê dê ew ê bersivê bidin Erdogan û biçin dengê xwe bi kar bînin.

Dayika 100 salî Meryem Ayaz diyar kir ku ew dê bi meş biçe dengê xwe bide HDP’ê û wiha got “Veguhestina sindoqan li dijî me heqaret e. Ew sindoqan dibin ku bila bibin, em ê biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin HDP’ê. Pirsgirêka HDP’ê ya bendê tune ye û em ê bi ser kevin.”

Dayika 70 salî Gulistan Ayaz diyar kir ku dê pey dengê xwe biçin û wiha axivî “Bi meşê be jî em ê biçin ser sindoqan. Em tu carî deng nadin Erdogan. Ji ber ku wî zilm li me kir.”

Dayika 67 salî Antika Ayaz destnîşan kir ku ew bizanibin bên kuştin jî dê dîsa biçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin û wiha domand “Em kurd in û em ê dengê xwe bidin xwe. Em qet dengê xwe nadin Erdogan. Wî em girtin, binçav kirin û kuştin. Em dê çawa dengê xwe bidin wî. Yên kurd bin, wîcdan û îmana wan hebe divê dengê xwe bidin xwe.”

Her wiha Fatma Guçlu jî ev tişt anî ziman “Çi bibe bila bibe em ê biçin ser sindoqan. Wekî ku em diçin gundê cîran pincar kom dikin, em ê biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin.” WAN

Albuma Nûçeyê