NÛÇE

Bi hezaran efrînî li dijî dagirkeriyê meşiyan

Dem : 13 Pûşper 2018 Çarşem

Bi armanca şermezarkirina dagirkeriya dewleta tirk û komên çete yên girêdayî wê û bêdengiya qada navneteweyî ya li hemberî dagirkirina Efrînê, bi tevlêbûna bi hezaran efrîniyên li kantona Şehbayê çalakî hat lidarxistin.

Çalakî bi dirûşma ‘Ji bêdengiya cîhanê re na, serkeftin a gelê Efrînê ye’hat lidarxistin. Di meşê de bi hezaran efrîniyên di kampên kantona Şehbayê de bicih bûne jî cih girtin. Di meşê de her wiha endamên desteyên rêveberiyên xweser, Kongreya Star, Tevgera Civaka Demokratîk, Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê, Meclisa Kantona Şehbayê û gelek welatiyên ji pêkhateyên ereb û tirkmen jî amade bûn.

‘Bijî berxwedana serdemê’

Di meşa girseyî de xwepeşandêran wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG/YPJ’ê, TEV-DEM'ê û pankartên bi nivîsên ‘Em nabin hevkarê kujer Erdogan’ û ‘Ji bêdengiya hêzên navneteweyî re na’ hatin rakirin. Welatiyên ku li ber Navenda Heyva Sor a Kurd dest bi meşê kirin, ber bi Qada Ehrezê ve çûn. Di meşê de welatiyan dirûşmên ‘Bijî berxwedana serdemê’ û ‘Bijî Serok Apo’ berz kirin.

‘Bêdengiya cîhanê hat şermezarkirin’

Meşa efrîniyan li Qada Ehrezê veguherî mîtîngê û li ser navê girseyê jî endama Meclisa Kantona Şehbayê Henan Osman daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê hat şermezarkirin. Her wiha bêdengiya qada navneteweyî ya li hemberî dagirkirina Efrînê jî bi tundî hat şermezarkirin û banga derxistina dewleta tirk û çeteyên wê ji Efrînê li qada navneteweyî hat kirin.

‘Tu hêz nikarin vîna gelê kurd bişikîne’

Di berdewama daxuyaniyê de jî hat gotin ku dê tu hêz nikaribe têkoşîna gelê kurd bişikîne û vîna gelê kurd teslîm bigire.  Li ser navê Kongreya Star jî Emîne Dîngîlî axivî û diyar kir ku Erdogan û hevkarên wî dê tu carî nikarin gelê kurd ji hev qut bikin û wan têk bibin. Meşa li dijî dagirkeriyê bi dirûşmên ‘Bijî berxwedana gelê kurd’, ‘Bijî berxwedana Efrînê’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû. ŞEHBA - JINNEWS

Albuma Nûçeyê