JIN

‘Bi hêrsa 16 salan em ê ji AKP’ê re bêjin êdî bes e’

Dem : 27 Avrêl 2018 Yekşem

Xebatên ji bo hilbijartinên zordest bi hemû leza xwe berdewam in. Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de rêxistinên jinan jî bi coş û hêza xwe daketin qadan û xebatên hilbijartinê dimeşînin. Yek ji van rêxistinan jî Piştevaniya Mor e.

Aktîvîstên piştevaniyê tax bi tax digerin û bi jinan re tên gel hev. Berdevka Piştevaniya Mor Julîana Gozen bi nêrîna jinan rojeva hilbijartinê nirxand û têkildarî xebatên xwe agahî dan.

‘Em dijminê jinan naxwazin

Gozen diyar kir ku li Tirkiyeyê krîzeke siyasî û aborî heye û ev krîz herî zêde bandora xwe li jinan dike. Gozen anî ziman ku di dema desthilatdariya AKP’ê ya 16 salan de herî zêde jin rastî zextan hatin ji ber vê yekê gelek tiştên ku jin jê re bêjin êdî bes e û temam hene û wiha got: “Em êdî dijminê jinan ê 16 salan naxwazin û em ji vê yekê bêzar bûne. Em ê hêrsa 16 salan di 24’ê hezîranê de nîşan bidin û bêjin êdî bes e.” STENBOL

Albuma Nûçeyê