NÛÇE

Bi hatina havînê re şer dijwar dibe

Dem : 07 Pûşper 2018 Pêncşem

Şerê di navbera gerîlayên PKK’ê û hêzên artêşa tirk de bi hemû dijwariya xwe berdewam e. Di vê çarçoveyê de gerîleyên PKK’ê li gelek herêmên cuda li dijî hêzên artêşa tirk çalakî pêk anîn. Têkildarî mijarê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek da û da zanîn ku di çalakiyan de zêdetirî 6 leşkeran hatine kuştin.

Navenda ragihandinê diyar kir ku di çarçoveya ‘Pêngavên Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî’ de hêzên wan li Colemêrg û başûrê Kurdistanê çalakî pêk anîne û ev agahî parve kirin: “Di vê çarçoveyê de di 6’ê hezîranê de hêzên me saet di 16:00’an de li dijî leşkerên li devera Maata ya li devera Govendê ya Şemzînana Colemêrgê çalakî pêk anî. Di çalakiyê de li çeperên dijmin bi bandor hatiye xistin û bi qasî ku hatiye zelalkirin jî leşkerek hatiye kuştin û yek jî birîndar bûye. Di heman rojê de hêzên me li dijî leşkerên li Girê Merganiş a Çelê ya Colemêrgê çalakî pêk anî. Di çalakiyê de bi qasî ku hatiye zelalkirin 4 leşker hatin kuştin. Hêzên wan di 7’ê hezîranê de jî li dijî leşkerên li Girê Bayrak ê herêma Bradostê ya başûrê Kurdistanê çalakiyeke sûîqestê pêk anîn û di çalakiyê de leşkerek hate kuştin.”

HPG’ê destnîşan kir ku hêzên wan di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de, di 5’ê hezîranê de li dijî leşkerên li qereqoleka artêşa tirk a li gundê Xelîla yê Kerboran a Mêrdînê, çalakî pêk anîne. HPG’ê da zanîn ku hêzên wan bi awayekî bibandor li qereqolê xistine lê encama çalakiyê nehatiye zelalkirin. HPG’ê got ku piştî çalakiyê li herêmê operasyon hatiye destpêkirin lê bi awayekî bêencam vekişiyaye. HPG’ê daxuyand ku hêzên wan di 30’ê gulanê de li gundê Kirova yê devera Osman Sebrî ya Semsûrê di encama çalakiyekê de santralek bi temamî rûxandine. BEHDÎNAN

Albuma Nûçeyê