NÛÇE

Bi gotinên gundiyên wî Mam Zekî Şengalî

Dem : 20 Tebax 2018 Duşem

Kadrî ESEN / ÊLIH

Şêniyên gundê Şimzê yê Êlihê ku gundê endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî ye, têkildarî Şengalî axivîn. Şêniyan dan zanîn ku Şengalî di zarokatiya xwe de jî zarokekî jêhatî bû û ji hêla gel ve dihat hezkirin. Şêniyan ji ber şehadeta Mam Zekî Şengalî xemgîniyên xwe anîn ziman

Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî û Konseya Rêveber a KCK’ê Mam Zekî Şengalî (Îsmaîl Ozden) di roja 15’ê tebaxê dema ku ji bernameya bîranîna salvegera komkujiya gundê Koço yê Şengalê vedigeriya, rastî êrîşeke hewayî ya artêşa tirk hat û jiyana xwe ji dest da. Şengalî roja şemiyê ji aliyê bi hezaran kesî ve bi merasîmeke bi heybet li Şengalê hate definkirin.

Em wek rojname çûn mezra Şemsê ya girêdayî Gundê Şimzê yê bi ser navçeya Qubînê ya Êlihê ve ku Şengalî di sala 1952’an de lê ji dayik bûye û xwe gihand gundiyên Şengalî. Lê gundiyan ji ber ewlehiya xwe navên xwe aşkera nekirin û qala Şengalî kirin.

Berê xwe dide Ewropayê

Gundiyekî ku temenî wî derdora 70’yî bû diyar kir ku Şengalî li gundê Şimzê tenê dibistana seretayî xwendiye û wiha got: “Piştî dibistana seretayî dev ji xwendina di dibistanên pergalê de ber da û nema çû dibistanê. Rewşa malbata wî di aliyê aborî de ne baş bû. Ji ber vê yekê Şengalî ji bo çend salan bi min re li gund şivanî kir.”

Heman gundî da zanîn ku Şengalî piştî şivaniya xwe çûye Ewropayê û têkildarî Şengalî ev tişt anîn ziman: “Baş nayê bîra min lê ez dibêjim qey salên 1970’yî bû, Şengalî ji Ewropayê hat li bajarê Manîsayê yê Tirkiyeyê leşkerî kir. Piştî vê yekê hat li gund zewicî û careke din çû Ewropayê. Piştî zewaca xwe jî du caran bi hevser û zarokên xwe re hat gund me hev dû dît.”

‘Heyfa wî ku ew qetil kirin’

Dayikeke temen mezin jî destnîşan kir ku Şengalî hê di zarokatiya xwe de zarokekî jîr bûye û wiha axivî: “Girêdayî çanda xwe bû û mirovek welatparêz bû. Dema li gund bû me gelek jê hez dikir. Lê ji ber rewşa aborî ya malbata xwe zû ji gund veqetiya û çû Ewropayê. Çend caran hat gund me hev dû dît. Lê piştî ku tev li partiyê bû me tenê ew di televîzyonê de di dît. Heyfa wî ku ew hate qetilkirin.”

Albuma Nûçeyê