NÛÇE

Bi dirûşman hat oxirkirin

Dem : 25 Îlon 2018 Sêşem

Bi hezaran siyasetmedar û kurdistanî cenazeyê siyasetmedarê kurd Îbrahîm Ayhan ê ku li Hewlerê di encama qeyrana dil de jiyana xwe ji dest dabû, li Siwêregê bi dirûşmeya “Şehît Namirin” defin kirin

Parlamenterê HDP’ê yê berê Îbrahîm Ayhan li Hewlêrê di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Ayhan li navçeya Siwêregê ya Rihayê ji aliyê bi 10 hezaran bi dirûşma ‘Şehît namirin’ hat definkirin. Hevserokên HDP’ê, KCD’ê û gelek hevşaredarên ku ji peywirê hatibûn girtin, nûnerên saziyên civakî û hunermend beşdarî merasîma cenaze bûn.

Bi boneya wefata Ayhan KCK’ê daxuyanî da û sersaxî xwest. Dayika Ayhan Zekiye Ayhan bertek nîşanî hikûmetê da û wiha got: “Erdogan destê min di qirika te de ye. Erdogan bila dil û kezeba te bişewite. Ez ê îro li ser pêyan bim. Îro ji bo Birahîm destê min dê li hewa be.” Hevsera Ayhan, Rezan Ayhan da zanîn ku ji ber zilma hikûmetê êdî mirov nikare derkeve derve.

Siyasetmedarê kurd Îbrahîm Ayhan di 20’ê îlonê de di encama qeyrana dil de li Hewlerê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Ayhan ji bo definkirinê anîn Siwêrega Rihayê.

Girseyek mezin ku piranî ji siyasetmedarên kurd pêk dihat, piştî cenazeyê Ayhan ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê girtin, ji bo helaliyê birin mala ku Ayhan lê ji dayik bûye. Tevî tedbîrên polîsan ên mezin bi sedan maşîne çûn mala Ayhan û ji wir jî çûn goristana Natoyê. Dema girse çû goristanê polîsan destûr neda ku girse biçe goristanê. Lê tevî hemû astengiyan gel çûn goristanê. Di merasimê de wêneyê Ayhan ê mezin rakirin. Welatiyên tev li merasîmê bûn jî wêneyên Ayhan bi singa xwe vekirin. Bi deh hezaran kesên beşdarî merasima cenazeyê siyasetmedarê kurd Îbrahîm Ayhan bûn, li warê wî Siwêregê bi dirûşmeya “Şehît namirin” spartin axê.

Di merasîma cenaze de Hevjîna Ayhan, Rezan Ayhan axivî û wiha got: “Êdî mirov nikare li mala xwe xwarin bixwe. Nikare derkeve ber deriyê mala xwe. Serokwezîr û Serokomarekî çawa heye? Kesên çek nexistine destê xwe dibêje ‘propaganda terorîstan’ kiriye. Terora çi? Ma çi kiribû we li girtîgehê da ber agir. We hewl da bişewitînin. Êdî bes e. Hevjînê min ji ser vê axê reviya. Çû rastiyê ji cîhanê re bêje. Ew mirovê kûr bû. Ew pirtûk bû, felsefevan bû. Her kesî jê hez dikir. Ma sûcê me çi bû? Hevjînê min tenê aştî xwest.”

Dayika Ayhan Zekiye Ayhan jî ev tişt anî ziman: “Erdogan destê min di qirika te de ye. Erdogan bila dil û kezeba te bişewite. Ez ê îro li ser piyan bim. Îro ji bo Birahîm destê min dê li hewa be. Kurê min ji ber zilma Erdogan çû. Bi şeref û namûsa xwe jiya. Dilê wî ev zilm ranekir.”

Gelê kurd te ji bîr nake

Li ser gora Ayhan siyasetmedar Ahmet Turk diyar kir ku wan Şoreşger Îbrahim Ayhan oxir kir û wiha got: “Îbrahîm ji bo azadiya gelê xwe têkoşiya. Em li ser navê gelê kurd spasiya xwe dikin. Gelê kurd dê tu carî te ji bîr neke. Tu dê her dem di dilê gelê kurd de bî.”

Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan jî anî ziman ku Ayhan rastî hemû zilman hatiye û wiha got:“Hevalê me têkoşerekî aştî, demokrasî û azadiyê ye. Rêhevalê me Îbrahîm bedelekî giran da. Kedek mezin da têkoşînkê. Bila çavê te li pişt nemîne. Emê li têkoşina te xwedî derkevin.”

Biraziya Ayhan, Fatoş Ayhan jî diyar kir ku Ayhan ferîşteyekî başiyê bû û her dem li cem kesên rastî zilmê dihat bû.

Piştî axaftinan cenazeyê Ayhan spartin axê. Girse piştre çû Mala Şînê ya Mizgefta Yenişehirê û sersaxî ji malbatê re xwestin. Şîna Ayhan dê 3 rojan bidome.

KCK’ê sersaxî ji bo Ayhan xwest

Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi peyamekê sersaxî ji malbata siyasetmedarê kurd Îbrahîm Ayhan û gelê kurd re xwest. KCK’ê diyar kir ku xwuşka Ayhan ‘Hevrê Riha’ 1995’an li Qadên Parastinê yên Medyayê şehîd bûye û ev daxuyanî da: ‘’Îbrahîm Ayhan ji bo ku layiqî têkoşîna şehîdan bibe, ji bo daxwaza azadiya kurdan têkoşîneke mezin daye. Dema ku parlamenteriya Rihayê dikir jî mîna rêberekî rast ê gel têkoşîna xwe bênavber domandiye. Tim di nav gel de bûye, pêşengî ji têkoşîna gel re kiriye. Îbrahîm Ayhan li Siwêregê, ku yek ji wan deveran e ku têkoşîna azadiya kurd lê geş bûye, hê di ciwantiya xwe de meyla xwe daye ser Tevgera Azadiya Kurd. Weke hemû ciwanên Siwêregê û rewşenbîrên wê, bûye parçeyek ji têkoşîna azadiyê, heta hilma xwe ya dawî xizmet ji têkoşîna gelê kurd re kiriye. Dilnizmiya wî û biryardariya wî tu caran dê neyê jibîrkirin. Em soz didin ku bi geşkirina têkoşîna azadiyê û azadkirina Kurdistanê bersivê bidin Îbrahîm Ayhan jî û yên ku ji bo azadiyê berdêl û ked dane jî.” RIHA - BEHDÎNAN

Albuma Nûçeyê