JIN

Bi deh hezaran jin ji bo kurtajê meşiyan

Dem : 06 Pûşper 2018 Çarşem

Li Arjantînê, jinan fûlarên kesk li stuyê xwe gerandin û li kolanên Bûenos Aîresê meşiyan, xwestin kurtaj qanûnî bibe.

Piştî ku kurtaj li Îrlandayê bi rêya referandûmê qanûnî bû, vê yekê hêvî da welatên katolîk ên mîna Arjantînê. Li Arjantînê ku welatê lîderê alema xiristiyan Papa Francis e, dêr hewl dide ku pêşî li qanûnîbûna kurtajê bigire. Li gorî anketan, meyla civakê bi ser qanûnîkirina kurtajê ve diçe. Li gorî anketa Enstîtuya Gûtavo Cordoba, ji sedî 60 yên arjantîniyan dixwazin kurtaj qanûnî bibe. Ji sedî 35 li ber radibe û ji sedî 5 jî nêrîna xwe li ser mijarê nabêje.

Pêşnûmeqanûn dê 13’ê hezîranê pêşkêşî parlamenê were kirin. Ger bê qebûlkirin, divê senator jî erê bikin. Senatorên eyaletan jî bi giranî di bin otorîteya waliyan de ne. Piraniya waliyan jî naxwazin dêr dijberiya wan bike. BÛENOS AÎRES

Albuma Nûçeyê