CÎHAN

Bêyî kurdan rêya çareseriyê digerin

Dem : 30 Avrêl 2018 Çarşem

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi telefonê derheqê YPG’ê de axivîn. Hate ragihandin ku herduyan di serî de mijara Sûriyeyê, têkiliyên aboriyê û enerjiyê yên di navbera her du welatan de nirxandine.

Li gorî çavkaniyên ji Serokomariya Tirkiyeyê Pûtîn û Tayyîp ji bo ku rê li ber çareseriya siyasî ya pirsa Sûriyeyê vebe balê kişandine ser destkeftiyên pêvajoya Astanayê û destnîşan kirin ku ji bo ku pêvajoya di çarçoveya Neteweyên Yekbûyî (NY) de bi awayekî baş berdewam in û pêwist e hikûmet û opozîsyona Sûriyeyê bi awayekî çêker tevbigerin.

Naxwazin PYD/YPG cih bigrin

Herwiha hat zanîn ku bal kişandiye ser yekrêziya xaka Sûriyeyê û Erdogan ji Pûtînî re gotiye ku divê di pêvajoyên çareseriya Sûriyeyê de PYD/YPG cih negirin.

 ‘Divê Sûriyê nebe qada şer

Erdogan û Pûtîn teqezî li ser wê yekê kirin ku divê Sûriyê nebe qada şer a Îran û Îsraîlê. Heman çavkaniyê da xuyakirin ku li ser mijarên enerjiyê yên weke Santrala Nukleer a Akkuyuyê (NGS) û î mijarê de kêfxweşiyên xwe anîne ziman. Herwiha di hevdîtinê de telefonê de Erdogan û Pûtin destnîşan kirin ku di warê têykiliyên du alî de bikaranîna pereyên netewî gelekî girîng e.

Albuma Nûçeyê