JIN

Berxwedana jinan di dilê dijmin de tirseke mezin ava kir

Dem : 04 Pûşper 2018 Duşem

Piştî êrîşa dagirkirina dewleta tirk û çeteyên girêdayên wê ya li dijî Efrînê, bi deh hezaran gelê bajêr ji bo xwe ji êrîşên hewayî û bejahiyê biparêze derbasî Kantona Şehbayê bûn. Bi deh hezaran efrîniyên li kampên Berxwedan û Serdemê li benda roja ku dê vegerin ser axa xwe ne û ji bo vê yekê berxwedana xwe didomînin.

Endama Rêveberiya Kantona Şehbayê Moşîra Mele Reşîd rewşa kampê û têkoşîna jinan a li Efrînê nirxand. Reşîd bal kişand ser berxedana jinên kurd û diyar kir ku jinên kurd her tim ji bo nasname û azadiya xwe li ber xwe dane.

Reşîd destnîşan kir ku ji destpêka berxwedana Efrînê heta dawiyê jinên kurd hêviya xwe winda nekirine û berxwedana xwe domandin û wiha got: “Jinên kurd ku di dîrokê de pêşengtiya parastina çand, huner, dîrok, wêje, ziman û hebûna xwe kiriye, hêza xwe ji xwedawendên xwedî îrade û hêza azad digirin.”

Reşîd ragihand ku tovên berxwedana kul i Efrînê hatine avêtin niha li Şehbayê şîn dibin û wiha pê de çû: “Jinên kurd ên ku li Efrînê û niha Şehbayê li ber xwe didin ji cîhanê re bûn mînak. Jinên kurd ên ku xwe bi ramanên Rêber Apo bi rêxistin dikin nûnertiya xwe ya nasnameya neteweyî didomînin.”

Reşîd da zanîn ku hêza jinên kurd her dem di dilê dijmin de tirsek mezin ava kiriye loma her dem jin hedef hatine girtin û wiha bi dawî kir: “Li ser her çar parçeyên Kurdistanê dê têkoşîna jinên kurd a bêhempa bidome. Heta ku jinên kurd li ser rûyê erdê be û hilmê bistîne dê heta dawiya li ber xwe bide û bejna ku li ber dagirkeran netewîne.” ŞEHBA

Albuma Nûçeyê