JIN

Berxwedana gelê kurd a bêhempa - Sorgul Şêxo nivîsand

Dem : 14 Pûşper 2018 Pêncşem

Sorgul ŞÊXO

Hêzên HSD’ê ku pêşengtiya wê ji aliyê YPJ/YPG’ê dihat kirin, li rojavayê Kurdistanê û li bakurê Sûriyeyê li dijî çeteyên DAIŞ’a ku cîhanê nikaribû serî pê derxistina, serkeftinên mezin bi dest xistin. Lê tevî vê serkeftina HSD’ê hêzên wekî Amerika, Rûsya, Îran tenê ji bo berjewendiyên xwe tev geriyan û piştgirî dan dagirkirina Efrînê. Dema ku mijar dibe kurd hemû hêz dibin yek û tenê li ser berjewendiyên xwe tîr dibin.

Gelê kurd li rojavayê Kurdistanê û li tevahiya bakurê Sûriyeyê gelek destkeftinên bi nirx bi destxistin û gelê wir ji bin kirasên tarîtiyê derxistin. Lê hêzên zordest ev yek ji xwe re wekî tehdît dîtin û êrîşî destkeftiyên gelê kurd kirin. Bi alîkariya Rûsya, Amerîka û Îranê, Tirkiyeyê êrîşî Efrînê û destkeftiyên gelê kurd kir û temenê DAIŞ’ê dirêj kir. Şervanên YPJ/YPG’ê û gelê Efrînê 58 rojan li ber xwe dan û mohra xwe li serkeftinek dîrokî xistin. Bi têkoşîna Efrînê şervanên YPJ/YPG’ê rûpelek nû di dîrokê de vekir. Gelên Efrînê niha li kampên Şehbayê tevî hemû zor û zehmetiyan li ber xwe didin. Gelê kurd bi hêza xwe bawer e loma serî netewand.

Hêzên navneteweyî ji ber ku ne mirovan lê tenê berjewendiyên xwe yên kesayetî difikirin destûr da ku Tirkiye êrîşî Efrînê bike û niha jî ji bo Minbica ku şervanên kurd li wir xwîna xwe rijand dê li hev bikin. Armanca Erdogan ew e ku imparatoriya osmaniyan dîsa ava bike û li çar parçeyên Kurdistanê gel qir bike.

Yekitiya kurdan girîng e

Di van demên pir zehmet de divê kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û hemû deveran yekitiya xwe ava bikin. Divê li başûrê Kurdistanê jî yekitî pêk were û em nebin maşika dagirkeran. Em wekî gelê kurd divê teslîmî zihniyetên faşîst nebin. Divê em wekî gelê kurd ji hemû lîstikên hêzên navneteweyî haydar bin û di bin sîwana yekîtiyê de nasnameya xwe û axa xwe biparêzin.

Jinên kurd di her qadên jiyanê de berxwedanên bê hempa nîşan dane. Arîn Mîrkan, Avesta Xabûr, Barîn Kobanê û gelek jinên kurd ên din ên leheng ji bo têkoşîna niha bûne feyz. Divê em li ser şopa wan têkoşîna xwe mezintir bikin û serî netewînin.

Albuma Nûçeyê