ÇAND Û HUNER

Berî her tiştî xwendin

Dem : 11 Tîrmeh 2018 Çarşem

Nejbir OSMAN / Azad SEFO / REQQA

Çeteyên DAIŞ`ê dibistanên Reqqayê veguhestibûn navendên xwe yên leşkerî û zarokên Reqqayê ji xwendinê mehrûm kiribûn, lê niha navenda perwerdeyê hewl dide xebatên xwe yên ji bo sala nû ya xwendinê bi dawî bike.

Piştî ku şervanên QSD`ê Reqqa rizgar kir, Komîteya Fêrkirin û Perwerde ya Meclîsa Reqqayê hat avakirin û komîteyê dest bi kar kir.

Komîteyê destpêkê mamoste kom kirin û bi alîkariya rêxistinên rakirina mayinan dibistan ji mayînan paqij kirin. Li ser temîrkirinê re demeke dirêj derbas nebû, êdî komîteyê dest bi vekirina dibistanan kir. Niha hejmara dibistanên ku li herêma Reqqayê û gundewarên wê hatine vekirin 232 û 2 hezar û 664 mamoste û ji 125 hezar şagirtî niha 70 hezar şagirt dixwînin.

Ji dêvla mayinan mase

Li bajarê Reqqayê jî ji 65 dibistan 23 hatine temîrkirin û vekirin. 28 dibistan ji hinek deverên wan hatine rûxandin û 5 dibistan jî bi temamî hatine rûxandin. Jixwe hemû dibistanên Reqqayê û gundewarên wê ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatibûn mayinkirin. Komîteya Fêrkirin û Perwerdeyê bi alîkariya grûpên rakirina mayinan ên girêdayî Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Reqayê 25 dibistan ji mayinan paqijkirin.

4 hezar mamoste

Di destpêka vekirina dibistanan de şagirt ji ber ku kursî û mase tunebûn li erdê dirûniştin, êdî bi alîkariya hinek rêxistinan dibistan hatin temîrkirin, kursî û masa anîn û zivistanê jî sobe hatin danîn.

Her wiha Komîteya Fêrkirin û Perwerdeyê demsala havînê dewreyên perwerdeyê ji bo mamosteyan organîze kirin. Niha hejmara mamoste gihîştiye 4 hezarî. Ji bo perwerdeya îdeolojîk jî Komîteya Fêrkirinê û Meclîsên herêmî dewreyên perwerdeyê ku 20 rojan didome ji bo mamosteyan vedikin.

Bi erka xwe rabin

Hevserokê Navenda Perwerdeyê Elî Şenan têkildarî rewşa xwendinê ya li Reqayê vegot:˝Rewşa xwendinê li Reqqayê hinek baş bûye û niha amadekariya sala nû ya xwendinê tê kirin. Divê hinek dibistanên dîtir werin vekirin û dê hejmara şagirtan ji sala berê zêdetir bibe˝.Şenan di nav axaftina xwe de bang li şêniyên herêma Reqqayê û rêxistinan kir ku ji bo xwendinê erka xwe pêk bînin.

Albuma Nûçeyê