ÇAND Û HUNER

Bêhurmetiya li dijî peykerên kesayetên kurd

Dem : 10 Pûşper 2018 Yekşem

Peykerên 34 kesayetên kurd li parka Mînare ya bajarê Hewlêrê hatiye çêkirin. Ji van 23 peyker xirab bûne. Rêvebirên projeya çêkirina peykeran destnîşan kir ku bi zanabûn difin û guhê peykeran hatine şikandin.

Rêvebirê pirojeya peykerê kesayetên bi nav û deng yên kurd Hawkat Riskin anî ziman ku kesên madeyên hişbir bi kar tînin û kesên qaşo oldar zirarê didin peykeran û wiha axivî: “Rêvebirên parkê li peykeran xwedî dernakevin. Sedemeke din jî ew e ku kesên bê kar û aciz dibin qehra xwe ji peykeran derdixin û zirarê didin peykeran.”

Riskin da zanîn ku peykerên ku hatine çêkirin kesayetên bi nav û deng yên ji çar parçeyên Kurdistanê ne û bang li Hikûmet Herêma Federal a Kurdistanê kir ku li peykeran xwedî derkevin. Riskin da zanîn ku ev cara duyem e peyker tên şikandin. Berdevkê Desteya Serbixwe ya Mafê Mirovan Mihemed Gumeşînî bêhurmetiya ku li hemberî kesayetên kurd hatiye kirin bi van hevokan anî ziman: “Li parkê peykerên bi dehan kesayetên navûdeng ên kurdan hene. Lê mixabin hatine şikandin. Bi şikandina difin û guhê peykeran nagihîjin armanca xwe.” HEWLÊR

Albuma Nûçeyê